LOTIKBANK amadeke kredîyê bide hikûmeta Kurdistanê!

sofi xelefBelê, hikûmeta Bexdayê, ango sermezinê Nûrî El Malikî pareyên hikûmeta Kurdistanê naşîne û li ser 6 trîlyon dînarê Kurdan rûniştiye. Nûrî El Malikî wek mirîşka ku têkeve ser „motkê“ li ser 6 trîlyonê Kurdan rûniştiye û zîtirkan li Kurdekan dixe, wan bê pare dihêle.

Ji ber van lotikên Nûrî El Quzêkerê, hikûmeta Kurdistanê jî mecbûr maye ku petrola xwe bi nîvê heq bifroşe dewletên cîhanê û mûçe û mesrefa karmend û karkirên xwe bide wan. Lê xuyaye hatina ji firotina petrolê têra kakacanên me nake û mecbûre ji bankayên cîhanê pareyan deyn û qerz bike. Yanî, divê xwe têxe bin deyn.

Di vê derbarê de xalê me Sefîn Dizeyî got ku „hikûmeta Kurdistanê bi eksportkirina 100 hezar varîlan di rojê de nikare valahîya hiseya xwe ji butçeya Iraqê ku ji % 17 ye dagire. Lewra niyet heye ku ji hinek bankeyên biyanî kredîyê bistîne da ku meaşê karmendên xwe bide“ filan û fîstan.

nechirvan_barzaniSefîn Dizeyî herweha got ku „Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya Brîtanya û Ewropayê de bi hinek bankeyan û merkezên fînansê re axivîye“ filan û dîsa fîstan.

Wey weleeedddddd û dîsa wey weled!

Naxwe Kurdekanên me ketine pêvajoya deyndarbûnê ha!

Hem xwedîyê petrol û xazê ne, hem jî nikarin pareyên xwe ji Erebekî qûnreş wek Nûrî El Quzêkerê bistînin!

Piştî van gotinên xalê me Sefîn Dizeyî, çawîş, başçawîş û midûrên LOTIKBANK ê li hev kom bûn û biryar dan ku hikûmeta Kurdistanê bi tenê nehêlin û wan muhtacî bankayên xelkê nekin.

Rêvebirên LOTIKBANK ê bi yekdengî biryar girtin ku 000000001 milyar dolarbê faîz“ alîkarîya hikûmeta Kurdistanê bikin da ku karibin meaşê karmendên xwe bidin.

Rêvebirên bankaya me LOTIKBANK niha li benda bersiva rayedarên hikûmeta Kurdistanê û bi taybet jî li benda bersiva Serokwezîr kak Nêçîrvan Barzanî ne.

Em dibêjin Heta LOTIKBANK hebe xwe muhtacî xêrnexwazan nekin!

Heta LOTIKBANK hebe, bi faîzek zêde xwe nexin bin deynan!

LOTIKBANK tu faîz û maîzan ji we naxwaze kaka. Hema rojane tenê 5 varîl petrol û 5 galon xaz bidin rêvebirên LOTIKBANK ê bes e. Helbet ev 5 varîl petrol û 5 galon xaz ne wek faîz em dixwazin ha, xelet fêhm nekin. Mesrefa benzîna trimbêlên LOTIKBANK ê û xaza sotemenîya zivistanê ye ellahwekîl…

 

 

About The Author