Jul 3, 2011

Hilbijartin, PKK û helwesta ba?ûr

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0

Me hilbijartinek din jî li pa? xwe hi?t. Kurdan vê carê hejmara wekîlên xwe kirin 36 û bala awira gelemperîya cîhanê ki?andin ser xwe.

Bê guman di vê serketinê de rol û faktora tifaqa Kurdan pir e. Pi?tî ku BDP û KADEP ê tifaq kirin û HAK-PAR ê jî pi?tgirî da namzetên serbixwe, moralê Kurdan bilindtir û bawerîya wan xurttir bû. Derxistina 36 wekîlan nî?ana vê ye ku ger rêxistin û partîyên Kurdan bi tifaq û yekgirtî bin, belkî di hilbijartinên pê? de ev hejmar xwe bigihîne 40 û hetta 50 wekîlan jî. Tifaq xurtbûn e, bawerî ye, moral û ge?bûna ruhê netewî ye. Xuyabû ku gava tevgerên Kurd yekdest bin, wê gelê Kurd jî xwedî li wan derkeve.

Kurdan heta îro bedelek mezin daye. Heta meriv gepa tehl nexwe, nikare qepa ?îrîn jî bixwe. Em bixwazin nexwazin, hez bikin yan nekin, îro PKK û BDP mohra xwe li van bedêlan xistiye û bûye mixattabê dewletê yê herî mezin. Yekîtî û hevkarîya hêzên Kurdî di qada siyasî û sivîl de mixattabîya BDP xurttir dike. Ne tenê mixattabîyê, herweha dibe sebeb ku BDP û herweha PKK jî gavên xwe li gora vê tifaqê bavêjin û siyasetek Kurdistanî bime?înin.

Pi?tgirîya KADEP-HAK-PAR û rêxistinên din, wê bihêle ku BDP jî bi berçavkek din nêzîkî doza Kurdî û yekîtîyê bibe û di avêtina hinek gavan de hêz û helwesta wan rêxistin û partîyan jî li ber çav bigre. Ji ber vê; tifaqa BDP-KADEP û HAK-PAR ê gavek girîng û pêwist e. Berdewamîya vê tifaqê wê gav û derfetên mezintir ji Kurdan re bîne û ez hêvîdarim wê di pê?erojê de ev tifaq bibe sebeba yekîtîyek mayende jî.

Tifaq û hevkarîya van her sê partîyên Kurd kêfa bi hezaran Kurdan anî. Lê herweha kes û dezgehên ku li dijî vê tifaqê derketin jî hebûn û henin. Kes û dezgehên ku nikarin sê kesan bînin ser hev û ji zimandirêjîyê pê ve ti?tekî berbiçav ji destê wan nayê, li dijî vê tifaqê derketin û derdikevin. Li gora wan KADEP û HAK-PAR bûne ?irîkê gunehên PKK û BDP, ketine bin xizmeta Kemalîzmê û dixwazin Lozana 2. Pêk bînin. Lê divê meriv wek mirî?ka birçî di xewna xwe de garis nebîne û li gora ?ert û ?irûtên herêmê û dinyayê tev bigere. Divê neyê ji bîr kirin ku Kurdên ba?ûr jî bi otonomîyê dest pê kirin. Lê pi?tî ku PDK û YNK dev ji ?erê brakujîyê berdan û dengê xwe kirin yek, pi?tî ku ?ert û ?irûtên herêmê di berjewendîya wan de geriya, dev ji otonomîyê berdan û doza federalîzmê kirin û îro wek dewletek federe amadekarîya serxwebûna Kurdistana pê?erojê dikin. Ango; divê meriv lingê xwe li her ti?tî nexe û wek çêlekê ?îrê di sîtilê de nerjîne. Her ti?t gav bi gav pêk tê, gav bi gav meriv digihê armanca xwe.

Di hilbijartinê de serketine namzetên BDP ên serbixwe peyamek pir vekirî da Tirkiyê û dinyayê. Êdî Kurd ne Kurdên berê ne, Kurd berdêla keda xwe dixwazin, berdêla xwîna ?ehîdên xwe dixwazin. Kurd êdî mafên xwe yên insanî dixwazin, dixwazin di herêmên xwe de xwe bi xwe îdare bikin. Bi derxistina 36 wekîlan Kurdan ?eqamek mezin li bin guhê partîyên dewletê û hikûmeta AKP xist. AKP a ku bi TRT6 ê û çend gavên piçûk xwest Kurdan ji rê bibe, gavek bi pê? de avêt lê 10 gav jî bi pa?de avêt. Erdogan li gellek sozên xwe xwedî derneket û tew dest bi înkara hebûna pirsgirêka Kurd jî kir. Ji bo ku çend rayên nîjadperestên Tirk bistîne û nehêle partîya MHP bendava hilbijartinê derbas bike, pi?ta xwe da Kurdan û wek Melayê Me?hûr pa?ûpê li kerê siwar bû. Erdogan bi vê siyaseta xwe hem xwe ji Kurdan dûr xist û hem jî nikarîbû rê li ber MHP bigre. Siyaseta Erdogan tenê bi kêrî dewleta kûr û artê?ê hat. Ji xwe kiryarên polîsên dewletê û girtina siyasetmedarên Kurd pir e?kere dike ku Erdogan û dewleta kûr di nava tifaqê de ne.

Dezgeha Bilind a Hilbijartinê YSK, di mijara wekîlên girtî yên BDP de provokasyonek din derxist û bû sedema bohranek din, neheqîyek mezin li BDP û Kurdên bakur kir. Botkotkirina çûna meclîsê alozîyek din li Tirkiyê derxist. YSK a ku dezgehek ji dezgehên dewleta kûr û Kemalîzmê ye, bi vê provokasyonê rê ji ?erxwazan re vekir û carek din e?kere kir ku hinek terefên dewletê naxwazin a?tî çêbibe û Kurd di qada sivîl de siyaseta xwe bikin. Ev lotika YSK bi kêrî AKP û Erdogan hat û di ?ûna Hatîp Dîcle de wekîlek din li AKP zêde kirin.

Boykotkirina çûna meclîsê û çêkirina civînên li Amedê, du îhtîmalan bi xwe re tîne. Yan wê Kurd nekevin meclîsê, sînorekî bik?înin navbera xwe û Enqerê û meclîsa xwe li Amedê çêkin, Amedê wek paytextê xweserîya demokratîk êlan bikin (ku li gora min a herî rast jî ev e), yan jî wê hilbijartinek duyem li Amedê çêbibe û ji nû ve wekîlên Amedê bên hilbijartin. Wek ku Cîhgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK kek Nêçîrvan Barzanî jî ji rojnamevan Hasan Cemal re gotiye ” Êdî top ji nav lingê Kurdan derketiye û top li Enqerê, di nav lingê Erdogan û hikûmetê de ye” çareserîya pirsgirêkan li Enqerê ye û heke pirsa Kurd di qasa siyasî de neyê çareserkirin û gav neyên avêtin, wê ev helwest hem ji bo Tirkiyê, hem ji bo Kurdên bakur û hem jî ji bo Kurdên ba?ûr jî ne ba? be.

PKK îro li ba?ûrê Kurdistanê, li Qendîlê ye. Hebûna wê ya li ba?ûr bike neke ji bo aramîya Kurdistanê jî dibe xeter. Dewleta Tirk di her êrî?a ser ba?ûrê Kurdistanê de PKK dike mahne û rew?a ba?ûr aloz dike. Çareserkirina pirsa PKK û Kurdên bakur wê di serî de di xêra Kurdistana ba?ûr de be. Heke ne ji pirsa PKK û tirsa êrî?a dewleta Tirk be, belkî Kurdên ba?ûr ji zû de serxwebûna xwe êlan bikirana. Sedema herî mezin a ku Kurdên ba?ûr serxwebûna xwe êlan nakin, tirsa wan a ji dewleta Tirk e. Ji ber vê; çareserkirina pirsa Kurdên bakur û PKK wê di xêra temamê Kurdan û di serî de jî wê di xêra ba?ûrê Kurdistanê de be. Gava pirsa Kurdên bakur û PKK çareser bibe, wê sebeb û mahneyên êrî?ên dewleta Tirk ji holê rabin û wê tu sedeman nebîne ku bi e?kereyî li dijî serxwebûna ba?ûr derkeve. Dewleta Tirk jî van ti?tan ji min û we ba?tir zane. Ji ber vê ye ku her tim ji a?tî û çareserîyê direve û naxwaze pirsa Kurd di qada siyasî û demokrasîyê de çareser bike. Tirsa dewleta Tirk û Erdogan ne ji PKK, lê ji êlankirina serxwebûna ba?ûrê Kurdistanê ye. Tirk ba? zanin ku gava pirsa PKK û Kurdên bakur çareser bikin, wê tu qoz di destê wan de nemîne ku êrî?î ba?ûr bikin û wan bitirsînin. Wê nikaribin di qada cîhanî de êrî?ên xwe biparêzin. Ji ber vê; heta ji wan tê ji a?tî û çareserîyê direvin û heta ji wan tê pirsgirêkan zêdetir dikin, rê li ber siyasetkirina Kurdan digrin û berê wan didin çiyê.

Wek me li jor jî behs kir, PKK rastîyek û realîteyek e. Înkarkirina hebûna PKK tu fêdê nade kesekî, ne Tirkan, ne jî Kurdan. Hezkirin ti?tek e û qebûlkirina rastîyan ti?tekî din e. Kek Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna xwe de balê dik?îne ser realîteya PKK û çareserkirina pirsa Kurd. Nêçîrvan Barzanî jî qebûl dike ku Erdogan ji bo çareserkirina pirsa Kurd hinek gavên piçûk avêtine, lê ev gav ne bes in û hê ti?tên ku bên kirin gellek in. Em nizanin ka wê Erdogan wan ti?tên ku mane pêk bîne yan na, lê kek Nêçîrvan Barzanî jî ba? zane ku heta pirsa PKK û Kurdên bakur çareser nebe, wê rehetî ji wan re jî tunebe û wê ?ûrê dewleta Tirk her li ser serê wan be.

Bi kurt û Kurmancî; Di vir de erkek mezin dikeve ser milê Kurdên ba?ûr û bi taybet jî PDK û Barzanîyan. Ji bo çareserkirina pirsa PKK û Kurdên bakur, çi kek Nêçîrvan dibe û çi jî serok Barzanî dibe, divê di qada navnetewî de zorê bidin Erdogan û dewleta Tirk da ku vê pirsê di qada demokrasîyê de çareser bikin û ji ?er û pevçûnê re bêjin êdî bes e. Çareserkirina pirsa Kurdên bakur û PKK ne tenê pirsa Kurdên bakur û dewleta Tirk, herweha pirsa Kurdên ba?ûr e jî. Divê em ji bîr nekin ku gava di malekê de nexwe?îyek hebe, temamê endamên malê pê dikevin û rehetî ji kesî re namîne. Dermankirina wê nexwe?îyê erka her endamê malê ye.

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: