Çûn û hatina axretê hêsan bû

Hûn zanin, di ola îslamê de qala pira silatê tê kirin. Ev pira ku xwedêgiravî wek ?ûr tûj û wek mû zirav e, tirsa dilê gellek mirovan bû û ji ber derbasbûna ser vê pirê kesî nedixwest zû bi zû bimre Lê xwedê ji Çînîyan razî be, cewrikên serok Mao Zeytûn çare ji pira silatê re dîtin û em ji wê tirsê azad kirin.

Cewrikên Mao Zeytûn, ji bo ku xelk bi rehetî biçin axretê û vegerin, ji bo bê tirs di ser pirê re derbasî bihu?t yan cehnemê bibin, bi dirêjahîya 42 kîlometroyan pirek qerase lêkirin. Ev pira ku ji pira silatê jî dirêjtir, firehtir û saxlemtir e, di nava 4 salan de temam bû û ket bin xizmeta mirovên dinya û axretê. Lêkirina pira silatê ji cewrikên Mao Zeytûn re bi 8.5 milyar dolar bûye mal. Lê xwedê ji wan razî be, 8.5 milyar dolar ji bo cewrikên Mao Zeytûn wek serîyek pîvaz e. Çawa be di texlîtkirin û kopîkirina her ti?tî de pispor in. Bawer bikin wê bi çêkirina ti?tên sexte di nava salekê de 8.5 milyar dolar qezenc bikin.

Axir, êdî netirsin gelî xwendevanan. Ji tûjbûn û ziravbûna pira silatê û ji çûn û hatina bihu?t û cehnemê netirsin. Êdî pira silatê bûye wek otobanên Almanyayê, têra xwe dirêj û fireh in.

De xwedê xêra cewrikên Mao Zeytûn qebûl bike rebbî…

Pekîn

About The Author