Wanîyan tirr ji Cûlemêrgîyan berda

 Her çi hikmet e nizanim, lê di van salên dawîn de Kurdên me yên rew?enbîr û ronakbîr, civîn û konferansên xwe li Kurdisatanê, xasma li Kurdistana bakur çêdikin.

Îsal jî konferansa Kurdolojî ya yekemîn û navnetewî, li bajarê Cûlemêrgê,  ya zimanê Kurdî, “Kurmancî” jî li bajarê Wanê çêbû. Di herduwan de jî sîxurên Lotikxanê civîn û konferans ji destpêkê heta dawîyê amade bûn û ?opandin.

Herçend civîna Cûlemêrgê gelek ba?, biserkevtî,  ji 26 welatan li ser înternetê bi zindî, bi kêmanî di heman demê de ji alîyê 4000 – 11000 kesan ve dihat tema?ekirin jî,  lê Apaçîyan necamêrî kirin û gotin; “ Civînên weha tenê em dikarin bikin, derveyî me kes nikare bike” û bi dirû?mên “ Me yê hêk avêtibana we, lê hûn li ber avêtina hêkan jî nakevin “ konferan protesto kirin û çûn.

Cûlemêrgîyan jî  ji tirsa wan newêrekî û nemêvanperwerîya xwe nî?an dan û mixabin ji “ derveyî çend kesan” xêrhatina mêvanên xwe nekirin. Lê  Wanî di camêrî û mêvanperwerîya xwe de bê qisûr bûn. Her roj kesên welatperwer dihatin seredana mêvanên xwe û ew  vedixwedin malên xwe. Ev cara yekan bû ku di dîroka Kurdistanê de Wanî navê camêrî û mêvanperwerî, Cûlemêrgî  jî bi necamêrî û nemêvanperwerî, navê xwe xistin dîroka Kurdistanê. Bi kurtî; Wanîyan lotikek qirase li Cûlemêrgîyan xist û tirr ji wan berda.

Civîna Kurmancî ?e? rojan dom kir. Mijara civînê li ser tesbîtkirina navên gil û gîyayên Kurdistanê, nexwe?îyên heywanan bû.

Ev 24 sal in lotikvanên Kurmancî 48 civînan çêdikin, heta niha 85 kesên zimanzan ji hemi zaravayên Kurdî  tev li van civînan bûne û lotikên pîroz û qerase avêtîne.

Di civînê de mîrîd li dora ?êxê xwe Re?o Zîlan kom bibûn. Min got mirîd lê ev mirîd ne wek mirîdên ?êxên adetî û yên serokê sererd û bin erd bûn. Ev mirîdên zimanê “Kurmancî “bûn, taybetîyek wan ya cuda hebû. Dema ?êxê wan  ti?tek xelet gotiba, wan mirîdan wek mê?ên hingiv êrî?î ?êxê xwe dikirin û didan ber didî?kan heta ?êxê wan dihat hidayetê. Haaa, min got mê?ên hingiv. Babetek jî li ser jîyan, tevger, xebat û navên mê?ên hingiv bû.

Wan mê?an serê me gêj kir, em ?erpize kirin, heta di devê me de rîtin.

Roja dawîn roja ?emîyê bû. Êêêêêê, ma mirov biçe Wanê û li cihên dîrokî negere dibe?

 Roja ?emîyê me dolmî?ek kirê kir em çûn me li Axdemar ê dêra Metran Îsa tewaf kir, pê re em çûn sûlava Kanîspîyê me ava wê ya wek sîqalê sar û wek dolbetê xwe? vexwar û pa?ê me berê xwe da Keleha Xo?ebê, di vergerê de hatîn Keleha Wanê, me çayek vexwar û em hatin cihê civînê. Bi kurt û Kurmancî; civîn gelek bi serkevtî derbas bû. Lotikên wan jî bê qisûr bûn, kesên tev li civînê bûyîn jî  lotikvanên jîr bûn. Ma ez êdî çi bibêjim, bila lotika wan ji bo Kurd û Kurdistanê pîroz be. Hêvîdarim ewê gelek lotikên din jî bavêjin. Hêvîdarim wê Cûlemêrgî û Apaçî jî van kirinên xwe ji berçav derbas bikin û di dahatû de bi awayekî van xeletîyên xwe berteref bikin.

Cûlemêrg

About The Author

2 thoughts on “Wanîyan tirr ji Cûlemêrgîyan berda

  1. Kekê Xalidê Hekarî,

    qet weke te nîne. Mijarên ne safî û zelal weke yek alî safî û zelal nîshan dan ne rast e bi ser de jî tir ji filan û bêvanî berdan jî ne rast e. çiqasî bash û bêqusûr û niyet bash dibe bila be, konferansa li Colemêrgê bi destê saziyeke dewletê dihat organîzekirin. Fikrê min ê shexsî ew e ku gaveke pozîtîv e! Lê belê argumanên kesên dijber ne ji wan argumanan in ku tu bibêjî pûç in. Em behsa meseleyekê dikin ku di sherê kurdên bakur û Tirkiyê de heta tu bibêjî bes siyasî ye. Mijareke evqasî siyasî î ewqasî jî dikare siyasî were bikaranîn, hemin nazik e; divê ti kes jî dilê xwe ji ber helwesta yê din negire. Xebatên Kurmanciyê elaqeya xwe bi dewleta tirk re nînin! Ji ber vê jî aliyê wê yê siyasî bi ti rengî naqulibe dijî tikan û nerazîbûna jê jî ne mumkin e nerazîbûneke xwe bispire argumanên kurdewarî be! Kurmanciyê civîna xwe li Colemêrgê jî bikira wê Colemêrgiyan qedr û qîmetekî mezin bidana wan! Ji ber wê ev nivîsên kelevajî pûç û neheq wesfê wan ê henek û pêkenînê jî nîne! Dishibin rexneyeke zuwa û têra xwe jî qels. Pê gunehê Colemêrgiyan jî „Apaçiyan“ jî tu dixî stûyê xwe û hew.
    Ji Torê ji bo pishtevaniya Colemêrgî û „Apaçiyan“

  2. erê erê wê berteref bikin.. wê wan apaçî yan di demek nêz û kin de ji holê rabin..

    dew ji jiyandina nav xewnan berdin.. haj li rastî bin!

    min bi baldariyek xurt ve ev konferansa colemêrgê ?opand û ji wir jî hezar cezar wan xwepe?endêran pîroz dikim û sipasiyên xwe yên dilsoz pê?ke?ê wan dikim.. ji bek ku wan bi berçavî gavek pîroz avêtin..

    bi rastî lotikvanê pîroz ez bi wî gotarê we matmayî mam û min nikar ev ve?erînim..
    yanê mirov ancax bi wî awayê kor dibe ku rastî yê nikar bibîne..!

    polîtîkayên qirêj yên dewleta terorîst û desthilatdarê xapandar akp di pêvajoya ewlê ya hilbijartina gi?tî wek herdeman bêwest û bêrawest didomiya..
    ev konferansa ku qa?o ser ziman hatibû li darxistin berçaw bû ku ew jî bo xapandin û qirkirina çandî bû.. û wusa jî hat pêkanîn!

    nivîskarê hêja birêz xalidê hekarî..
    pê?niyarê min ji te re ew e ku hi?a xwe bide serê xwe..ma?allah xwedî zimanek paq û zelal î.. bê ?ik û bêgûman gelê me hewcedariya kesên we ye ku bi zanîstiya we li pa?eroj û pê?arojê ronahî bikin..
    li çawên we diramusim ..di xwe?iyê de bimînin .. cîhê min de xaka colemêrgê têr û tijî maç bikin :)..

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.