Heke ne fen e, ev çi dar û ben e?

  Wê rojê serokê KCD Ehmed Tirk got ku “Emê meclîsa Kurdistanê ava bikin”.

Halla hallaaaa û ya siphan alla!

Ê ba?e cîgerim,  ma gelo ji we re nabêjin madem go hûn meclîsa Kurdistanê dihebînin, ji bo çi hûn çûn we mazbata parlementerîyê wergirt û hûn mea?ê parlementerîyê distênin? Heger ji dil avakirina parlementoya Kurdistanê di ruhê ve de hebû, çima we di propaganda xwe de ne got “Gelî milletê Kurd, qurban û heyran, heke em namzetên serbixwe serbikevin, soz be em naçin Enqereya paytext, emê li welat parlementoya xwe ava bikin, loma em Kurd in u çareseri ne li Enqereya paytextê Tirka ye, çareserî li Amedê, li paytextê Kurdistanê ye cîgerimmmmm!“

  Ehmed Tirk û hevelbendên wî yên vek Aysel Tu?luk, gelo ji dil dibêjin çareserî li Amedê ye û emê parlementoya Kurdistanê vekin? Ê ba?e babam, gelo çima rê li ber Enqere asê nakin û dibêjin; “?ert bên guhertin em karin herin Enqerê qarda?im” û didin lotikan?

 Henekê xwe bi bi xwe bikin xalê Ehmed, ne li me qurban. Me ji van henekan têr xwariye û em bi wan virikî bûne ellawekîl…

Ger hûn ji dil dixwazin parlementoya Kurdistanê ava bikin, pê?i herin îstîfa xwe bidin û pa?ê dest bi lotikan bikin.

Êdî bes e lo, welle û bille bes e! Bes bi rûhê neteweyatîya vî milletê reben bilîzin yaw, wî!

  Werhasilî kelam, heke roja pê?î we bigota; “Me bibijêrin lê emê neçin parlementoya Tirko. Em bi banga netewîtî pi?tgirîya xelkê distênin, em naçin parlementoya dagirkeran û mazbata xwe ji nastînin“. Aha wê demê we karibû bêjin; “Cihê Kurdan Amed e û parlementoya Kurdistanê ye. Em bi raya gelê xwe hatine hilbijratin, parlementoya Enqerê ji me re ne pêwîst e” filan û fîstan. Aha wê demê meyê ji we re li çepikan xista. Lê babam hem hûn li defê dixin û hem li zirnê, ma ev bû xalê ehmed?

About The Author

4 thoughts on “Heke ne fen e, ev çi dar û ben e?

  1. Bi xwadê heger xelê Ahmed, pasnavê xwa bi guherê, netewatiya herî pîroza.

  2. Yabo wele ji qahrê van wext em hêkên zerikî bikin hingî her roj tistikî bêjin û serê me feqîrên Xwedê li hêt û dîwaran din. Yan wek mêran ya xwe bikin û li benda Îmralîyê nemînin yan jî herin sûnd bixwin û ji xwe re rûnin ha. Vêca bi Xwedê hun jî zanin hun ci ne û girtîyê hepis û zîndana Îmralîyê jî zanê hun ci teba ne heta ku her gav berê hefsarê we didê alîyekî. Bi rastî ku mirov ne di destê xwe de bê zahmete ha. Ji alîkî ve yek karê bi ser halê feqîrê xalê Ahmed de jî bigrî, ji ber ku feqîro tistik di destê wî de nine. Ew jî van lotik û pihînan din ta ku rê li ber sayin serokê li Îmralîyê ve bê û belkî Xwedêya hima cend cendirmeyên qunbicilik rêya xwe pêxin û cay û qahwakê pê re vexwin. Ji xwe hemi derdê wî jî ewe. Ji xwe heke ku ewî rast bûye, evên din wê ji zû da rast bûne. Vêca hemi ew serê wan tevlî hev dikê. Wê heftîyekê tistekî ji parêzerên xwe re bêjê, ku vêca ên derve dest pê kirin, vê carê wê bêjê na qardasim ew gotinên min ên cara din ne di cih de bûn min îro vê gavê tistekî bastir dît, tistik û mistikin din hatin bîra min, ev îro bi min re peyda bû. Ya bas hun ji niha û pê da dest bi vê bikin û filan û hezar carî fîstan. Eynî wek sivanstexlênekê li mirîdan dikê. Gel kefim gel. De xwede bikê ku wî berdin û ta ku belkî Xwedêya hima serê van mirîdên wî û gelê kurd hebikikî rihet bibê. De bêjin amînnnn

  3. Yê ku ev nivîsiye, ji meselê fam nake. Bêjin çima? Ka bala xwe bidin başûrê Kurdistanê? Çend parlementer li parlementoya Iraqê hene? Te got çend? aferin. Baş e parmelentoya Kurdistanê jî heye yan na? Te got çiii? Aferîn. Wê çaxê bibêje paşê bixo…

  4. Heyra biborînin wele min go belkî we rakirîye, lê vaye niha gava ku min ev nivîsa berê sand ya din jî ber bi cavan ket. Lêborîn.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.