Xweseriya Demoqratîk li bakur hat îlankirin, kilîlîlîlîlîlîlîî!

Ev demeke ku Kurdên bakur di nav qolincên Xweseriya Demoqratîk de li ber xwe didin û ji dewleta Tirko re dibêjin: „Yan hûnê me qebûl bikin, yan jî emê ne bi xêra we û atayê we modêla xwe bi xwe ava bikin û tiştê ji qûna we bê qebûl nekin, aha ev qûça we“.

Îcar biraderên hêja û qedirgiran, min jî wek A.Berazî  ev modêla bakuriyan şopand û ji min re bûbû meraq ka ev modêl çiye? ji bo çiye û çawa wê pêk bê?

Di serî de pirsa ev modêl çiye min da pey û min şopand. Bi serê şêx min bala xwe dayê birastî jî ev modêl ne xerab e alawekîl, lê ku pêk bê û bê pêkanîn.

Piroje dibêje: Divê Kurd di welatê xwe de her tiştê xwe bi xwe bi rêve bibin bêyî ku bibin dewlet yan jî mineta dewleta heyî hilînin.

Bi qur,an, di serî de vê pirojeyê hinekî serê min çelqo melqo kir û mala bavê min bi pirsan xera kir. Lê ez hogê berana me û mêrê bi sed mêrî me haa, min da pey ji bo ez zanibim ka ev piroje çiye û wê çawa di nav lepê van gurên Anedolê, sofiyên Îranê û qirikdirêjê Şamê de pêk bê. Bi gora papîrê min Berazî yê bi nav û deng, min dît ku rêya herî kin ji bo ez vê pirojeyê fam bikim, pêwiste ez li mîmarçiyê vê pirojeyê vegeriyam ew jî birêz Abdelah Ocalan e, ka ew çawa şirove dike.

Min got ya alah û ya xwedê û min dest bi xwendina pirtûkên wî yên ji girava Îmraliyê derketin kir.

Yabo min çi mala xwe xera kir, 7000 rûpel bûn û hemi felsefe û dîrok bû. Min şev û roj kirin yek û min xwend û xwend û xwend heya min hinek ji vê rastiyê fêm kir, mala bavê min xera bû.

Îcar xwendevanên hêja û qedirgiran, ma çavê we lê ye ku ez 7000 rûpel ji were di Lotikxanê de binivîsim? Na yabo na, de herin bixwînin û ji xwe re hîn bibin ka Xweseriya Demoqratîk çiye.

Ezê ji we re hinekî sivik bikim, kin lêxim û di ser re li bêjingê xim.

1. Divê hûn pêşî avakirina komara netewî fam bikin

2.Divê hûn li dîrokê vegerin ka dewlet kengî û çawa hatiye ava kirin

3.Divê hûn dîroka mirovatiyê nas bikin

4.Divê hûn avakirina civakê di dîrokê de nas bikin

5.Divê hûn feylezûfên dinyayê tevan bixwînin

6.Divê hûn xwezayê baş nas bikin

7.Divê hûn zanibin çawa  ol hatine peydakirin

8.Divê hûn Ahmedê Berazî baş nas bikin û nivîsên wî baş bixwînin

9.Divê hûn gotin bi gotin Lotikxanê bixwînin.

10.Divê hûn Konfederaliya Demoqratîk hemi xalên wê baş fam bikin

11. Û ya dawî jî divê hûn bi xwendinê mala bavê xwe xera bikin û hewwwwww.

Kengî we ev xal tevde xwendin û di mejiyê xwe de meyandin, hûnê fêhm bikin bê ka Xweserîya Demokratîk çiye û ne çiye. Helbet ku çavên we bi xwendinê kor nebin û mejiyê we nebe çeqilmast.

Ê de yabo herin bixwînin û ji xwe re hîn bibin haa, ji bo dinya li ber çavên we jî rengîn bibe qurban.

Lê elah wekîl ez ketime meraqa ka xaltîka Şemê ya 80 salî ku nizane bitikekê bixwîne, wê çawa vê xweseriyê fam bike?

Min ew jî di dilê xwe de nehişt û min ji xaltîka xwe pirsî: Xaltîkê, ka tu ji bo vê xwelî seriyê çi dibêjî?

Yabo min nedît, wê devê xwe tijî xwêzî kir û avêt ser û çavên min û got: Îcar belqitiyo, te xwendiye û tu bi xwe dibîne qeşmero, yan jî tu henekê xwe bi min dikî? Hema em çawa mala xwe bi rêve dibin, emê wê jî bi rêve bibin û hew, ma tu ji partiyê bêhtir dizanî qeşmer!

Min got: Na xaltî na, bi quran ew tevî dizanin û yên mîna min ker kurê kerê ne, wîiiiiii!

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author