Kurd nikarin bi kerê, lê dibezin kurtên

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlo û Serê Kanîyê be, dibêjin çend lotikvanên partîya PDY li Serê Kanîyê du tekoşerên Kurd bi navê Mihemed Yûsiv Bro (Bavê...

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlo û Serê Kanîyê be, dibêjin çend lotikvanên partîya PDY li Serê Kanîyê du tekoşerên Kurd bi navê Mihemed Yûsiv Bro (Bavê Bahoz) û Mehmûd Walî (Bavê Gandî) revandine, ew êşkence kirine û xistine halê mirinê.

Li gora ku gundî û cîran li ser tenûran dibêjin, dibêjin endamê PYD Fewaz, herdu çalakvanên Kurd bi dostanî dawetî mala xwe kiriye , piştî ku herdu welatperwer di mala wî de ketine xefikê, hinek endamên din ên PYD bi zora çek û sîlehan ew revandine û birine derveyî bajêr. Li wir ew bi lêdan û êşkencê nermijandine û avêtine nêzîkî gundê Eloka Rojhilat.

Werhasilî kelam, aha em Kurd ev mexlûqat in ha brano. Em nikarin bi kerê, lê em dibezin kurtên. Em kurmê dara xwe ne.

Ê law hey malnexerabino, malnemîratino, çima hûn kêfa dijminan li me tînin baba? Ma go we di şûna Bavê Bahoz û Bavê Gandî de du eskerên Sûrî birevanda û serê wan têxista qûna bavê wan, ne çêtir û bixêrtir bû ha?

Ez serê we bêşînim û neêşînim, hema kî dijminatîya Kurdan bike, kî dijminatîya milletê xwe bike, xwedê ji wan re nehêle û xelas…

Qamişlo

Beş
Kadîn
5
  • Barzan
    10 August 2011 at 00:03

    A dest hildidin kurdan,ey bè xesiyetno hun cima eskere ereban lenadin?lanet li ser ve bit.a dest hildide kurdan,ne ji me kurdanin.

  • hawre
    10 August 2011 at 12:39

    barzan bra tu bawer bike talimat u emir ji askere eraba girtiye
    de hewkas ketine ma kanin askere ereba bidin lo?

  • marios
    12 August 2011 at 08:18

    brano heger go be nave pyd bankriye mala xoe u ravandine ev leystike. tirka u sure ne. ka av kijan mala .go benava pyd le insane xoe dexe av malek foro$tiye .belea av malbe le heje .heben .he nav mede e froti gelekin

  • bazo
    12 August 2011 at 23:56

    kekê mini delal ki bi awirek xwar li kurdan binere ji em wan sermezar dikin. ji xwe lêdan u filan nabe insan bi pejirine.
    lê fitne u fesadiye ji bikin ew ji ji dijmin xerabtirin.
    hevalên lotikxane ci mane serokê PYD ê da xuyani da got ne emin.cima hun vê ji nabijin ji bo wek hevi cêbe. hinek ji bo miriska ji rabin hev bikin stoyê hinek kurd da ne base.

  • azadi
    13 August 2011 at 02:01

    halê me kurda eve yan biji serok yanji win xayinin
    Dûvê Koc,kê rastnabê

  • Nivîsên dawî

    %d Bloggern gefällt das: