Aug 31, 2011

Monat: August 2011

FETWAYA LOTIKWARÎ

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Hinek ji van mela, şêx û miftîyên sexte (haşayî mela, şêx û miftîyên qenc û dirust) ola îslamê kirine wek lîztika zarokan û wek ciwange û gayên nav garana gund bi xelkê dilîzin,  bawerîya wan dikin wek şorba nîskê.  Hema li gora qîma dilê xwe fitûyan derdixin, tiştê ku di ayetên quranê de tunebin jî […]

BELA DI KERA AXÊ NE

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Li bajarekî Tirko em qeflek hevalên hembajarî çûbûn nêçîra kêvroşkan. Piştî nêçîrê em birçî bibûn, hevalên me ji şivan kavirek kirîbûn û ser jê kiribûn. Li ser kanîyê em kombûn ji bo xwarinê. Şivan jî  li tenişta me pezê xwe diçêrand. Wexta goşt pijîya hevalê me Basrî, şîşikek tijî goşt kire nav perçek nan û […]

Cejna Remezanê pîroz be!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Cejna Remezanê li temamê bawermendên Kurd pîroz be. Hêvîdarin wê rebbê alemê di vê heyva pîroz de ahê me Kurdan ji dijminên me re nehêle. Amîn!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0

Mela Nesredîn û civîna mirîşkan

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Rojekê mela hevcehî sersûştinê bû û çû hemamê (serşok). Di hemamê da rastî çend xortan hat  û xortan xwestin ku qeşmerî û henekên xwe bi mela bikin. Ji boy wê, her yek ji wan hêkek li gel xwe anîbûn. Berê xwe dane mela û gotin, “Her yek ji me divê wekî  mirîşkan bike qide qid û […]

Berê başûr ji mîkroban pak bikin kaka!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Li ser bextê rojnameya Şerq El Ewsed çapa Londonê be, dibêjin Serokê Kurdistana Iraqê kak Mesûd Barzanî, li Sengeserê di tazîya 7 şehîdên malbata Kurd de gotiye, “Eger rewş wiha dom bike, ez amade me biçim ser lûtkeya çiyayê Qendîlê û digel gelê xwe bêm kuştin.” Helbet gotina xweş xweş e. Ez bawerim serok Barzanî […]

Ev helwestek temam e

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Li ser bextê gendel û bertîlxwirên başûrê Kurdistanê be, dibêjin Şîrketa VÎN Gruop (xwedîyê Vîn Tv, Vîn Radiyo û Vîn Production) ragihandiye ku wan ji ber êrîşên herdu welatên hov (Tirkiye û Îran) karên xwe ligel Îran û Tirkiyeyê rawestandiye. Li gora saloxdanên sîxurên me yên di nava VÎN Produksîyonê de, dibêjin Başçawîşê VÎN Gruopê […]

Lêlê temam ma lolo

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Piştî ku TAK ê got “Ezê bikim teq û req”, li bajarê Antalyayê beledîya Kemer ê dengê teqînîyekê hat û çend tûrîst sivik brîndar bûn, tir di wan de bû fis. Hûn zanin, tûrîst salê bi milyon dolaran paran didin Tirkiyê û ew pare dibin gulle û fîşek û pê keç û xortn Kurdan tên […]

Gelo wê di qulika reş de bê girtin?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Her ku diçe cîh li Beşarko jî teng dibe û xuyaye wê aqûbeta wî jî bibe wek aqûbeta Saddam, Mubarek û xalê me Qeddafî. Helbet heta ji Tirkan bê wê bixwazin ku Beşarko hinek reformên piçûk pêk bîne da ku ew ji ser hikim neçe û cîh li Kurdên Sûrîyê firehtir nebe. Çûna malbata Esed […]

Ev lotik ji lotika bergîlê girantir bû

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Kasimpaşalî Reco û hikûmeta xwe wek mişk û pisîkê bi Kurdan dilîzin. Wek gurên ku bi dostanî têkeve nava pez û bi dijminatî êrîşî wan bike tînin serê me. De binerin bê edaleta dewşîrmeyên Tirk çi anîne serê xalê me Altan Tan û çawa ew dane ber lotik û zîtirkên bergîlkî. Çima ku xalê me […]

Dîkê çê di hêkê de bang dide

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Tirkiye û Îran wek du gurên har başûrê Kurdistanê bombe dikin û Kurdên sivîl dikujin. Her çiqas ew baregehên KCK û PJAK ê bombe bikin jî, armanca wan a veşartî ev e ku Qendîlê ji destê KCK derxin û Hizbûllah yan jî Ensar El Îslam ê di wir de bi cîh bikin. Pispor û generalên […]

Kêf kêfa Bengî efendî ye

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Belê, li Kurdistanê dê weledê xwe davêjin, dewleta Tirko ha ha Kurd û Kurdistanê bombebaran dike, lê hinek wekîlên me kêfa li ser kêfê dikin û ne xema xirrê wan e. Helbet jiyanek xweş mafê her Kurdekî ye. Lê ku ew kes wekîlê Kurdan be û li ser navê Kurdan xwedî gotin be, divê di […]

PSK kongra 9. li dar xist

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Belê, Partîya Sosyalîst a Kurdistanê PSK kongra xwe ya 9. li dar xist û bi def û zirne lotikek qerase avêt. Di kongrê de ji gellek welatan nûner û lotikvanên simbêlboq beşdar bûn û dê weledê xwe avêt. Di kongrê de kekê me Hecî Mesût Tek (çûbû Laleşa nûranî û bûbû hecî) bi yekdengî dîsa […]

KER JÎ ROJÎYÊ DIGIRIN

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Mam Mihemed û Hecî Huseyin heval û hinkûfê hev bûn. Li ser  bûyerên rojanî qerf û henek dikirin. Niha herdu jî çûne ser dilovanîya xwe, xwedê rehma xwe li wan bike.  Dîsa wek niha meha remezanê havînê destpêkiribû. Mam Mihemed çûbû Enqerê, ji wir dizivirî. Wexta ji otobosê peya bû, ewil berê xwe da firoşgeha […]

Wey weled xalê Qeddafî!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0

Kinikê û rindikê

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Belê qurban, Marîa Ozawa jî bû mêvanê dîwanxana me û em şad kirin. Lotikvan û bedewa porno û seksê Marîa Ozawa, di sala 1986an de gotiye „fişt“ û ji dêya xwe bûye. Xanimê bi xwe Japonî ye, lê wek libek tirîyê Mêrdînê û wek fisteqek Dêrikê ye. Malmîratê ewqasî şîrîn û bedew e ku nayê […]

Nasname temam ma pasaport

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Tirkên dewşîrme lotikek din avêtin û vê carê ji Hz. Mihemed re nasnameyek amade kirin. Miftîyê bajarê OF ê Mehmet Genç, nasnameyek ji Hz. Mihemed re amade kir û ew li xelkê belav kir. Di nasnamê de her tişt heye. Tu dibê qey Mehmet Genç berî 1422 salan li cem Hz. Mihemed bûye, bejna wî, […]

Aha îcar qûş li Tirk û Îranîyan qetiya!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Wek hûn zanin, Teyrênbazên Azadîya Kurdistanê wek hîva bin ewr in. 11 mehan radizên û mehekê jî bi çend lotikan deng ji xwe tînin, toz û dûmanê bi ser serê xwe dixin. Demek dirêj bû ku onbaşî û çawîşên TAK ê ketibûn xewa giran û xewnên germik û nermik didîtin. Lê dibêjin TAK niha ji […]

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0

Êdî divê Kurd jî bêjin: „Kêr gihişt hestî!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Êrîş û bombebarandinên Tirkiyê û Îranê didomin. Herdu dewletên kafir û zalim, di vê heyva Remezanê de çiya û gundên Kurdistanê bombe dikin, xwezaya Kurdistanê dişewitînin û Kurdên reben dikujin. Kafirên Tirk û Ecem, bi van bombekirinan eşkere nîşan didin ku ew ne misilmanên rasteqîn in, îslamperestên sexte ne û dinê îslamê wek rûdankê ji […]

Li ser bextê Silo be

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0

Dîkê (dîkil) Mela Nesredîn û diz

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
  Rojekê kesekî dîkê ( dîkil ) Mela Nersredin dizî û xiste nav çantê xwe, baz da û çû. Lê belê mela gelek jîr û agah bû, her tim haya wî li mal û malatê wî hebû. Mela diz dît û gotê: “Hey mirovê heram,  te ji bo çi dikê min dizî? Diz got min: […]

Xalê me Alinak dixwaze bibe serok

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Hûn zanin, xalê me Mahmûd Alinak qeraseyekî zilama ye û gunikreşekî di ser xwe re ye. Bawerkin kêm Kurd wek wî mêr û mêrxas hene, ne ji lotikên dewletê ditirse û ne jî ji cin û pîrebokan. Axir, xalê me Alinak xistiye serê xwe ku di 4 ê Îlonê de, di kongreya BDP de bibe […]

Starîkov bi devê Tirkan axivî

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Hinek Rûs hene tu dibê qey Tirkan tif devê wan kiriye. Meselen wek nivîskarê Rûs Nîkolay Starîkov. Nivîskarê Rûs û keçelê serperitî Nîkolay Starîkov, di derbarê êrîşên PKK û dewleta virqo de çend lotik û zîtirkên bergîlkî avêtin û piştgirî da êrîşên dewleta Tirk. Keçelo ji Tirkekî zêdetir Tirkayetî kir û got ku “Divê dewleta […]

Îro mîz kir, sibê dora gû ye

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Lîztikvan û zîtirkvanê sînema Fransî Gérard Depardieu (62), di balafirê de li pêş çavê rêwîyan beliqand û mîz kir. Dema ku wê balafir ji Parîsê bifirîya Dublînê, Gérard Depardieu serxweş bûbû û çavên wî wek zotika mirîşkê sor bûbûn. Piştî ku mêro çav li wan hostesên germik û nermik ket, doxîn ji ber xwe ve […]

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0

Qaşo Erdoxan digot Kurdî serbest e!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Dêmekî ev hing û dinga Erdoxan û govenda demoqrasiyê ya ku em  Kurdên aliyê din digerînin, tev derew, xapandin û hîleye allah wekîl. Û  her wiha jî bi sê telaqên bê fitû, vegera Apê Kemal jî tiştekî bê wate ye li ber dek û dolabên AKP ê û dewleta virqo yên ku li serê me […]

65 salîya PDK pîroz û bimbarek be!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Di 16ê Tebaxa sala 1946an de serokê nemir Mistefa Barzanî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ava kir. Mistefa Barzanî yê nemir, hemi fikrên siyasî û armancên gelê Kurdistanê di din sîwana bernameyek siyasî de kom kir, bi rêya partiyek siyasî, bi awayek rêxistinî serkêşiya şoreş û tevgera gelê Kurdistanê kir û erka xwe ya pîroz pêk […]

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
<iframe width=“370″ height=“270″ src=“http://www.youtube.com/embed/Vux1Dc-um-Q“ frameborder=“0″ allowfullscreen></iframe>

Mûrad Karayilan xew li Tirkan herimand

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Belê qurban, rayedarekî Îranê tirrek wek tirra bergîlan kir û toz û dûman bi ser serê xwe û Tirkan xist. Rayedarekî Îranê (Alaaddîn Bûrûcerdî) bi şeş telaqan sûnd xwaribû ku wan xefika mişkan danîbû ber Mûrad Karayilan, Mûrad Karayilan ketiye xefikê û wan ew girtiye. Piştî belavbûna vê xeberê, Tirk rabûn ser tapanan, dan lotik […]

PYD zend û bendên xwe ji bo telefizyonekê badide

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Li gora agahiyên gihane destên me, hevalên PYD ê  amadekariya vekirina telefizyonekê dikin. Alhimduleh û şikir, di dawiyê de hat, lê çiqas dereng jî hatibe dîsa ya baş ku hat. De li ser xêrê be rebî û dest û milên we saxbin hevalno. Lawo weleh çavên me qerimîbûn di rêya telefizyona rojava de, alahwekîl Kurdên […]

Mesela mela û kerê wî

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 2
Rojekê Mela Mesredîn ji destê kerê xwe pir qehirî bû û bi dar ketibû canê kerê reben, dikota û lêdixist. Wê demê camêrek rastî mela hat u gotê: “Hey bê insaf, zalim! Ma ev heywanê bê zar û ziman ne gunehe tu lêdixî?” Mela di bersiva wî de got: “Bibore, min nezanî ku ev ji […]

Li ser bextê Silo be

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0

Bazirganîya Şer û Hejarîya Me

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Rojeva kurdan dîsa şer û pevçûn, jan û mirin e. Ka em ji xwe bipirsin. Gelo çima em kurd ewqas belangaz in ku ji mafê jiyaneke azad û aram bêpar hatine hiştin. Gelo çima her tim li ser serê me wek agirê dojehê dewranek digere ku bawermendên tu olan jî nikarin vê şîrove bikin? Belê […]

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0

Ez di wilo edalet de bimîzim erê welle!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 2
Edaleta dewleta virqo wek edaleta mişk û pisîkê ye. Pisîk jî carna xwe ji mişk re nermo mermo dike, dengê xwe nake û qaşo xwe dilbirehm dike. Lê ku lê rabû, li dijî mişk dibe wek şêr û ha ha êrîşî mişk dike, qûnê lê diqetîne. Îcar ev jî mesela me û edaleta dewleta virqo […]

Gunikreşo mîrkutek li nav serê siyasetmedarên Kurd xist

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 1
Hewce nake ez gunikreşê mezin û rebbê zilaman Îsmaîl Beşîkçî bi we bidim naskirin. Hûn wî baş dinasin û zanin bê çi qerasê zilama ye. Îsmaîl Beşîkçî yê ku jiyana xwe di ber doza Kurdan de heba kir û wek piranîya rewşenbîrên Tirk cilika bênamûsî û sextekarîyê nekişand ser serê xwe, vê dawîyê mîrkutek li […]

Zirtikî di nav Kurdan de

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 2
Ev demeke di Sûrî de raperîna gel li hemberî rêcîma Behsîyan heye, tevgera Kurdî jî li gora xwe dişopîne, di nav de jî cî digre, her wiha jî polîtikayên xwe li gora qizincên gelê Kurd nîşan dide û hewil dide ku gelê xwe bi zerarên herî hindik ji vê firtoneyê biparêze. Lê alah wekîl û […]

Eman eman hay ji xirrê xwe hebin!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 2
Li Tirkiyê tiştên kesanedî diqewimin. Dibêjin: „Filankeso kumê xwe li serê bêvankeso dike“. Îcar ev jî mesela me û van dewşîrmeyên çeqilmast e. Bêbavan di binê kayê re ava xwe diherikînin û tu zinêkarî namîne go nakin. Lê go rebenekî Kurd xeletîyek kir, hew we dît mozikê bi qûna wan veda û dest bi êrîşê […]

Hay ji paraşûta Roberta hebin

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 1
Lotikvana meşhûr Roberta Mancîno hem model e û hem jî spora „base jump“ dike. Base jump cûreyek ji cûreyên xweavêtina paraşûtê ye. Roberta Mancîno, li ezmanê heftan xwe ji balafirê davêje valahîyê û pirê caran jî şût û rût xwe davêje. Kêm jin wek wê bi cesaret û wêrek hene. Di vê derbarê de me […]

Îcar jî li Îmralî Kurdî qedexe kirin

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 3
Nanê Tirkan li ser kaba wan e, ne bext bi wan re heye, ne dîn û îman. Ji alîyekî bi navê îslam û bratîya îslamê li defê dixin, ji alîyê din bi navê demokrasî û qaşo mafê mirovan li zirnê dixin. Ji bo têkevin Yekîtîya Ewrûpayê du gavan pêş de davêjin, lê ji alîyê din […]

Bûyerên Sûrîyê Tirk ji mêranî xistine

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Bûyer û serhildanên li Sûrîyê xewnên rayedarên dewleta Tirk diherimînin û wan ji mêranî dixin. Ne ku Tirk aşiqî bejn û bala Beşar Esed in ha, na. Tirsa wan ji wê ye ku dîktatorîya malbata Esed hilweşe û di encama hilweşandinê de Kurdên Sûrîyê jî wek Kurdên başûr bibin desthilatdar û federasyonê bi dest xin. […]

Ka go Barzanîyan darek xistiba qûna te!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 4
Insan şîrê xav xwariye. Û Kurdan jî tew ji şîrê xav wêdetir, şîrê şîrê xaw xwariye. Ez bawer nakim tu millet ji Kurdan xirabtir hebin ku dijminatîya qewmê xwe û hêjayîyên xwe bikin. Di vî warî de em Kurd nimûne ne, hem jî nimûneyek pir xirab. De binerin bê vî qûnekî çi kiriye û navê […]

Helwestek Kurdewarî û lotikek pîroz

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Belê, li bajarê Qosera Mêrdînê, xortên me vê carê lotikek pîroz û kesanedî avêt û şeqamek li bin guhê dewleta virqo xist. Xortên Kurd (ku çend sîxurên Demokratîk Lotikxane Partîsî jî di nav de bûn), çima ku elektrîka bajêr tim tê qutkirin, şîrketa TEDAŞ a elektrîkê şermezar kirin û serê rayedarên şîrketê paşûpê xistin qûna […]

Kurd nikarin bi kerê, lê dibezin kurtên

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 5
Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlo û Serê Kanîyê be, dibêjin çend lotikvanên partîya PDY li Serê Kanîyê du tekoşerên Kurd bi navê Mihemed Yûsiv Bro (Bavê Bahoz) û Mehmûd Walî (Bavê Gandî) revandine, ew êşkence kirine û xistine halê mirinê. Li gora ku gundî û cîran li ser tenûran dibêjin, dibêjin endamê […]

Fitara heyva Remezanê

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 1
Xwendevanekî me bi navê „Sofîyê Xwedêjêstendî“ nameyek ji me re şandiye û di nama xwe de gotiye: „Birêzan, gelo ez îşev fitara xwe bi çi vekim? Di dema fitarê de çi xêr e û çi guneh e?“ û lotikek kerîkî avêtiye. Ya Sofîyê Xwedêjêstendî, hey agir bi mala te keto! Ma law em Zanîngeha El […]

Ma law Alman û qehremanî?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 6
Li ser bext û wîjdanê Avestakurd û başçawîşê wê Dilbixwîn Dara be, dibêjin xwedêgiravî nivîskarê rindik û mindik kekê me Jan Dost, dest bi lotikek din kiriye û ev du sal in bi nivîsandina romanek nuh daketiye. Li gora sîxurên me yên di mala Jan Dost de dibêjin, Jan Dost du sal in ji ber […]

Gelo ev bêbav li çi dimeyzêne û li çi difikire?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 4
1. Li nav paqên diya xwe dimeyzêne û difikire gelo ew çima aniye dinyayê 2. Li Derha dinere û li Hema difikire 3. Li birayê xwe dinere û li Hamza Xatib difikire 4. Li gora bavê xwe dimeyzêne û li mamê xwe difikire 5. Li kuştî û birîndaran dimeyzêne û komkujiya Hema ya 1982 tê […]

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
<iframe width=“370″ height=“270″ src=“http://www.youtube.com/embed/103PLsUnESw“ frameborder=“0″ allowfullscreen></iframe>

Heywan jî dikutin hev

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 4
Rojekê yekî Helexî cara pêşîn tê bajêr. Dibîne ku polîsek jin û polîsek mêr hevdu difirkînin û hevdu maç dikin. Ê Helexî bi matmayî dibê: „Pek, pek pek, min nizanîbû go polîs jî dikutin polîsan kuro“ û devê wî metrokê ji hev vedibe. Îcar mesela me jî li ser heywana ye. Hinek kes nizanin ku heywan jî dikutin […]
Page 1 of 212 »