Ma law Alman û qehremanî?

Li ser bext û wîjdanê Avestakurd û başçawîşê wê Dilbixwîn Dara be, dibêjin xwedêgiravî nivîskarê rindik û mindik kekê me Jan Dost, dest bi lotikek din kiriye û ev du sal in bi nivîsandina romanek nuh daketiye. Li gora sîxurên me yên di mala Jan Dost de dibêjin, Jan Dost du sal in ji ber komputerê ranebûye û li ser komputerê qerimî ye, nikare here mitbexê bixwe û vexwe û av û xwarina wî jê re tê ser masa komputerê.

Sîxurên me telaqên mêr û jinberdanê davêjin û dibêjin ku „tam du sal in Jan Dost di nav Kurdan de li qehremanekî digerîya lê xwedênehiştek di nav Kurdan de nedît ku wî/wê bike qehremanê/qehramana romana xwe“. Ji ber vê jî, rebeno mecbûr maye ku du xortên Alman bike qehremanên romana xwe û dest bi lotikan kiriye.

Siphan ji navê xwedê re…!

Law Jano, Dosto, xweşiko û rindiko..

Ma law Alman û qehremanî?

Kuro malnexerab, hema te telefonek ji eşîreta Lotikxanê re vekira, te emaîlek bişanda, meyê ne qehremanek lê 101 qehremanên qerase û simbêlboq ji te re bişanda bavê mino, wey! Lotikxane hêlîn, kulîn û şikefta qehremana ye ellawekîl. Hem jî qehremanên belaş û himalên Kurmancî haaaaaa!

Werhasilî kelam, Jan Dost ê me wê bi du qehremanên Alman (heke çend şûşe bîra jî di destê wan de be hê çêtire) çîroka bextewarî, rastî û felsefeyê bi me bide nasandin.

Heta payîzê li benda romana rastî û bextewarîyê bin kaka. Heke herdu qehremanên Alman berî payîzê nemirin ji xwe emê romanê bixwînin. Na heke mirin, jixwe wê Jan Dostê me du salên din jî li qehremanan bigere û hûn sax…

De romana te pîroz û bimbarek be canim cîgerim…

About The Author

6 thoughts on “Ma law Alman û qehremanî?

  1. Mal ne xirabo.por spiy,dran sedefo.xweli li ser 7 bavè mi biyo.key tu sofi xelef nedinasi?kurden asilzade kurd xemi lotikxane bè kàr u betalin.denge firfira çay u kehve me nehati gohen te? hawar u hawar.

  2. Lêxe Sofîkê min lêxeeeee 😀
    Ma qey qirra mishkên qerase yên bêderpî hatibu babam, hey tifuuuuuu 🙂

  3. kî çi çawa ..kengê? 🙂
    yekî li qehremanan digere..
    zû bişênin li qehweya hacî ûso li bendê qî qafirbavê me..

    bila zu bigêhê ez ê jê re ne yek allawekil bi hezaran agît û leheng ji kolan û kuçên Sêrtê derxînim…

    we dît.. wele kezeba min jê re şewitî..tu ew qas dem li welata şêran lêbikolîne û agîdek nebîne.. hayf û hezar heyf..
    mirov encax bi êşek kur ango nexweşiyek bêçare xwe di wî lêgerînê de bextreş bihêle.. 🙂
    neyse wekî min ji we re got.. zu xebera min bigihînîne ê ku mêrikê reben hinek şa bî..
    ji Mastfiroşa navdar ji hemû xwedêstandiyan re 🙂

  4. welle jê tê welle ev Jan Dostê me dikare keviran bike qehremam…em le hêvî..bes navê xwe chiye_ yanî roman bê nav e?

  5. Tê gotin xwediyê mirî kor e. yanî yê ku dimre nizane ku miriye. ma ev jî jiyan e? Mirov rabe bi ewkê xelkê mêraniyê bike! Çawa ku welatê xelkê nabin welatê mirov, lehengê xelkê jî nabin lehengê mirov. Sedîsed romaneke almanî diziye, werdigerîne kurdî loma wisa dibêje. Heyran madem te roman tev diziye, navên kurdî li zarokan bike û xilas:) Lê xuyaye li hev nayê, civak cuda ye, rabûn û rûniştin cuda ye. êêê, camêr çêtir dizane ku berhem çawa têne dizîn…

  6. Can mustê delal ez Qehrmanum keko ,kes wek min nine ji xwe bishev diya zaroka ji ber min bazdide û ji yqw bi ru how how hamu partie kurdê suri ji ber min bazdidin , bi telaqê bê bfitu ku ez xwe berdim c3ediê qamishlo wê shabi7ê be3sia ji ber min winda bibin , pak ez ezim
    ica qurban can must hama bila ez qehremanê tebim qurban

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.