1. Li nav paqên diya xwe dimeyzêne û difikire gelo ew çima aniye dinyayê
2. Li Derha dinere û li Hema difikire
3. Li birayê xwe dinere û li Hamza Xatib difikire
4. Li gora bavê xwe dimeyzêne û li mamê xwe difikire
5. Li kuştî û birîndaran dimeyzêne û komkujiya Hema ya 1982 tê bîra wî
6. Li dadgehkirina Hisnî Mûbarek dinere û li revê difikire
7. Li filmê seksî dinere û li jina xwe difikire, gelo li Londonê çi dike
8. Li dêrê dinere û li mizgeftê difikire
9. Li facebook-ê dimeyzêne û Israîl tê bîra wî
10. Li televîzyona Al-jazîra dinere û ji qêrîna miletê Sûrîyê ditirse
De yalla….
Heçê tê derxe emê çewalek zeytûnên Efrînê jê re li kerê bar kin û bişînin..