Xalê me Alinak dixwaze bibe serok

Hûn zanin, xalê me Mahmûd Alinak qeraseyekî zilama ye û gunikreşekî di ser xwe re ye. Bawerkin kêm Kurd wek wî mêr û mêrxas hene, ne ji lotikên dewletê ditirse û ne jî ji cin û pîrebokan.

Axir, xalê me Alinak xistiye serê xwe ku di 4 ê Îlonê de, di kongreya BDP de bibe namzetê serokatîya BDP û lotikên xurt li dewletê û hikûmeta Kasimpaşalî Receb xe.

Li ser bextê fitne û fesadên nava BDP be, dibêjin xalê me Alinak gotiye ku „Kasimpaşalî Receb lingê xwe zêdeyî lihêfa xwe radide, sozên xwe pêk nayne û rasterast dijminatîya Kurdan dike. Êdî divê em ji vî sermezinî re bêjin êdî bes e û qerewata wî di stuyê wî de bijdînin, bêhnê lê biçikînin“ û destê xwe li masê xistiye.

Ez serê we û xalê xwe Alinak neêşînim, xalê me dixwaze bibe serokê BDP. Lê ka yê ku wî bike serok?

Yaw xalo, yabo qurban, ma heta ferman ji Îmralî û Qendîlê neyê tu dibî serok cîgerim? Ma mêranî û mêrxasî têra serokatîya BDP dike? Ma ne îbadeta wî karî heye, sofîtî heye, nimêj heye, ma ne divê tu Ayet El Kursî rêz bi rêz ezber bikî heta ku te bikin serok ha qurban. Yan ez xelet im?

Werhasilî kelam, ez bi xwe dixwazin gunikreşekî xalis muxlis Kurd wek xalê me Mahmûd Alinak bibe serokê BDP û bide bin dûvê dewletê. Lê ka yê ku di nava BDP de jê re bêje amîn?

De ji niha de serokatîya xalê me Alinak pîroz û bimbarek be û hûn sax…

Qers

About The Author