PSK kongra 9. li dar xist

Belê, Partîya Sosyalîst a Kurdistanê PSK kongra xwe ya 9. li dar xist û bi def û zirne lotikek qerase avêt.

Di kongrê de ji gellek welatan nûner û lotikvanên simbêlboq beşdar bûn û dê weledê xwe avêt.

Di kongrê de kekê me Hecî Mesût Tek (çûbû Laleşa nûranî û bûbû hecî) bi yekdengî dîsa wek sekreterê partîyê hat hilbijartin û kekê me simbêl bada û spasîya beşdaran kir.

Di kongrê de gellek biryarên germik û nermik hatin girtin û bi şeş telaqên jinberdanê sûnd hat xwarin ku ewê ji îro û pêde xebatên germtir û zêdetir bên kirin.

Axir, kekê me Hecî Mesût Tek (tek fîşek) dîsa bû sekreterê PSK.

Em wek Demokratîk Lotikxane Partîsî kongra PSK û sekreterîya kekê xwe Mesût Tek pîroz dikin û ji wan re lotikên xurttir dixwazin.

About The Author