Aha îcar qûş li Tirk û Îranîyan qetiya!

Wek hûn zanin, Teyrênbazên Azadîya Kurdistanê wek hîva bin ewr in. 11 mehan radizên û mehekê jî bi çend lotikan deng ji xwe tînin, toz û dûmanê bi ser serê xwe dixin. Demek dirêj bû ku onbaşî û çawîşên TAK ê ketibûn xewa giran û xewnên germik û nermik didîtin. Lê dibêjin TAK niha ji xewê veciniqî ye, şiyar bûye û daxuyanîyek qerase belav kiriye.

Li ser bext û wîjdanê ajansa ANF be, dibêjin TAK ê di daxuyanîya xwe de ji zilma li ser Ocalan û gelê Kurd re gotiye êdî bes e û rabûye ser tapanan. Li gora ku ANF ragihandiye (http://ku.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=18297), TAK ê eynen ev tişt gotiye: “Binerin oxlim, êdî bes e! Ji îro pêve mîltanên TAK’ê dikarin hemi çalakiyan li dar bixin. Em ê bi hêza xwe bersiva pêwîst bidin. Wê hemi Tirkiye û raya giştî bizane bedelên pêkanînên li hemberî serok Apo û gelê me çi ye. Em heta niha di mijara sivîl û turîstan de hesas bûn. Lê ji niha û pêve em ê wê hesasiyetê nîşan nedin û emê tirrê ji wan berdin ellawekîl”

Ez serê we neêşînim û nekim wek dahola heyva Remezanê, TAK ê herweha lotikek li Îranê jî xistiye û gotiye ku  „Bi sê telaqên jinberdanê, emê welatiyên Tirkiyê û Îranê û hemi nunerên wan ên aborî û siyasî bikin hedef, bela êdî hesabê qûna xwe bikin cîgerim“ û kadroyên xwe amadeyî şerekî sererd û binerd kiriye.

Werhasilî kelam, bi xêr û selamet, emê di demek kin û nêzîk de teq û reqa TAK ê bibihîzin û ji wan re li çepikan xin. Lê ez ditirsim piştî çend lotikan dîsa têkevin xewa giran û 11 mehan kes nizanibe ne TAK heye û ne tuneye.

Ê de lotika we li ser xêrê be rebbî sayin teyr û başokeyên TAK ê!

Kurdistan

About The Author