Nasname temam ma pasaport

Tirkên dewşîrme lotikek din avêtin û vê carê ji Hz. Mihemed re nasnameyek amade kirin.

Miftîyê bajarê OF ê Mehmet Genç, nasnameyek ji Hz. Mihemed re amade kir û ew li xelkê belav kir. Di nasnamê de her tişt heye. Tu dibê qey Mehmet Genç berî 1422 salan li cem Hz. Mihemed bûye, bejna wî, rengê çavê wî, porê wî, hema tiştek nemaye ku di nasnamê de tarîf nekiriye. Lê Mehmet Genç bextê xwe xira nekiriye û wek hinek Tirkan Hz. Mihemed nekiriye Tirk, gotiye ew Ereb e û Kûreyşî ye.

Ez serê we neêşînim, bi xêra Miftî Mehmet Genç Hz. Mihemed bû xwedî nasname gelî xwendevanan. Nasname temam, ma pasaport. Heke di van nêzîkan de Tirk pasaportekê jî ji Hz. Mihemed re derxin qet ecêbmayî nemînin. Belkî bi xêra pasaporta Tirkan Hz. Mihemed ji Erebistanê derkeve û têra xwe ji xwe re li dinyayê bigere.

Axir, Hz. Mihemed bi xêra Tirkan bû xwedî nasname, ma dora Îsa, Mûsa û xwedê. Bawer bikin wê rojekê Tirk nasnama xwedê jî amade bikin.

Ya rebbî tu me ji van kafiran azad bikî!

Mûş  

About The Author