Bihar

Ji wextê ku Kurd û Ereb bûne bira, Kurd bi wê biratiyê pirr metelmayî ne û hewl dane çav li birayên xwe yên Ereb bikin, ola xwe guherandin û bi sedan sal in jî hewl didin çand û nasnameya xwe biguherin. Sûkên Kurdistanê bûne cihê firotina cube û ebeyên îmaratî, jinên me jî ji dêvla çarik û çarşevên rengîn bi cube û ebeyan dişibin tabloyeke reş. Ger ne ji serhildana bi rûmet a gelê Başûrê Kurdistanê bûna, niha min jî ev gotara xwe bi erebî dinivîsand. Yanî Ereban hertim bi çavê dijmin li Kurdan mêze kirine.

Ereb xelkê her welatekî erebî bin, Kurdan wek cûdaxwaz binav dikin û bi baweriya wan Kurdan beşek ji xaka Îraqê dagir kirine û dewleta kurdî li ser ava dikin.

Beşek ji Kurdên me ketine bin bandora şoreşên “Bihara Erebî-Bihara Îslamî” û bi baweriya wan divê em jî sîstem û desthilata Kurdistanê hilweşînin, bêyî liberçav girtina rewşa Kurdistanê û bandora dewletên birayên me yên misilman yên cîranên me, ku bi agir û hesin û çekên kîmyewî sedan sal in şerê me dikin, naxwazin ev ezmûna Kurdan parçên din ên Kurdistanê lixwe bigire, lê niha em bi xwe hewl didin nasnameya xwe tund bikin, bêyî ku rewşa jiyana xelkên welatên bihara Îslamî bixwînin.

Ciwanekî misrî nîvê jiyana xwe ligel paqlewa û seleteyê derbas dike û xewn bi xanî, villa, prado û land cruiser nabîne. Xewna wê yekê dibîne ku pereyên wî hebin di heftiyekê de kîloyek goşt bi 10 dolaran bikire, yan hîç nebe cejna xwe bê goşt derbas neke. Ew rejîmên zordest ên ku di encama derbeyên eskerî de dest danîn ser desthilatê xelk bê rûmet û birçî kirin divê bên guherandin. Li Misrê zêdetirîn rêjeya bêkariyê di navbera derçûyên zanîngehan de ye. Li Tunus û Morokoyê û piraniya welatên din heman siyaseta birçîkirin û bê rûmetkirina mirovan hatiye meşandin.

Jinên Misrê ji sibehê heya nîvê şevê kar dikin, bi dirêjiya hemû serdanên min ên dirêj bo Misrê, ji bilî rêjeyeke pir kêm, min jinek nedît parçeyek zêr pêve be, wek beşek ji jinên me ku mil û gerden û dest û zendên wan li camxaneya zêrkeran diçe, mêr cilûbergên tirkî yên herî biha lixwe dikin û otomobîlên nû dajon, salane çend caran diçin derve jî.

Xwenîşadanên 17 Sibatê jî çavlêkirineke deq bi deq a bihara erebî bû ku dû re bû bihara îslamî, rewşa Kurdistanê bêyî bihara erebî di payîzê de ye, lewra li herêmeke federe ya bindestê Îraq û gefa Îran û Tirkiyeyê bihar çavên xwe venake, her çavlêkirinek jî encamên xirab derdixe holê û çend ciwanên hejar dike gorî.

Kêmasiyên sîstema siyasî li Kurdistanê pirr in, edalet tune, gendeliya îdarî û darayî heye, lê belê ev nayê wateya ku em vê Kurdistanê wek berê lê bikin gava me nedikarî bêhna xwe bidin û bajarên me li gundên mezin diçûn û di Newrozê de jî me bi tirs aheng digerandin. Em hemû cudahiyeke di navbera duh û îro de dibînin, bila em hewl bidin kêmasiyan çareser bikin. Li gor hinek welatên din jiyana me pirr baştir û xweştir e ger halê hinek kesên welatên din bibînin Kurdistan pirr baş e.           

Rûdaw

About The Author