Êdî divê Kurd jî bêjin: „Kêr gihişt hestî!

Êrîş û bombebarandinên Tirkiyê û Îranê didomin. Herdu dewletên kafir û zalim, di vê heyva Remezanê de çiya û gundên Kurdistanê bombe dikin, xwezaya Kurdistanê dişewitînin û Kurdên reben dikujin. Kafirên Tirk û Ecem, bi van bombekirinan eşkere nîşan didin ku ew ne misilmanên rasteqîn in, îslamperestên sexte ne û dinê îslamê wek rûdankê ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin.

Xuyaye dewleta Recebo û dewleta Mahmûdo li hev kiriye. Ji alîyekî Mahmûdo û ji alîyê din Recebo êrîşan dibin ser Zap, Qendîl û gundên başûrê Kurdistanê. Di van bombebarandinên kafirkî û zalimane de Kurdên sivîl jî tên kujtin. Dijminên riknê milletê Kurd lê nanerin ka ew sivîl jin in, mêr in, zarok yan jî kal û pîr in. Her çiqas ew baregeh û êrîşên PKK bikin mahne û sedem jî, lê general û siyasetmedarên wan di medya xwe de eşkere dixwazin ku di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de herêmek tampon bê avakirin. Ew dixwazin herdu parçeyên Kurdistanê ji hev veqetînin, têkilîya Kurdên bakur û başûr qut bikin û destketinên başûrê Kurdistanê di herêmek teng de bifetisînin. Sedema herî mezin a êrîş û bombebarandina dewleta Recebo û dewleta Mahmûdê ev e.

Werhasilî kelam, di êrîşên balafirên dewleta Tirk a kafir de 7 Kurdên bêguneh şehîd ketin. Hisên Mistefa Hesen, Mêrê Hacî Mame, Rêzan Hisên Mistefa (34 salî), Solîn Şemal Hesen (4 salî), Sonya Şemal Hesen (6 mehî), Zana Hisên Mistefa (11 salî) û Oskar Hisên Hesen (10 salî) bi bombeyên Tirkên kafir hatin kujtin. Di dema veşartina cendekên wan de Kurdên kezebşewitî ala Tirkên kafir şewitandin û ala wan di kefenê 101 bavê wan de çikandin.

Divê Kurdên başûr baş zanibin ku Tirk û Ecem tucarî nabin dostên wan û çi kêlîka ku fersend li wan anîn, wê wan di firek av de bixeniqînin. Çawa ku van Kurdên kezebşewitî ala dewleta virqo şewitand, divê êdî Kurd jî ji zordarîya Tirk û Eceman re bêjin: “ Kêr gihişt hestî, êdî bes e!” û dezgehên van herdu dewletên kafir ji başûrê Kurdistanê biqewirînin, gund, çiya û bajarên Kurdistanê li dijminan bikin dojeh û zindan.

Xwedê ahê Kurdên reben ji dewleta Recebo û Mahmûdo re nehêle rebbî!

Xwedê Kurdên xwelîser ji xewa giran şiyar bike û sînorekî têxe navbera wan û dijminên wan rebbî!

Duhok

About The Author