ŞERÊ QORAYÊ

Di dema şerê Qorayê de Tirk jî tev li wî şerî bibûn. Gelek xortên Kurdan jî di wî şerî de hatibûn kuştin. Melayan jî ji bo pesnê şer bidin, li mizgeftan wehz û fetwa didan.

Rojekê melayê gundekî roja înê dibêje:

-Kî şeva înê bi jina xwe re razê, wek li Qorayê kafirek kuştibe xêr jê re tê nivîsîn.

Gundîyek jî tê gotinên mela ji jina xwe re dibêje. Jina wî jî wê gotinê di mejîyê xwe de qeyd dike. Êvara înê mêrê wê dixwaze razê, lê jinik dibê:

-Ma mela ne gotibû kî êvara înê gankê bike, wek di şerê Qorê de kafirek kuştibe xêr jêre tê nivîsîn!.

Mêrê wê dibê:

-Belê

-Jinik dibê:

-Madem wusane were em çend kafirên Qorayê bikujin û cihê xwe di bihuştê de garantî bikin.

Bi hev re kafirekî dikujin, jinik dibê:

-Yekî din, yekî din, heta spêdê 4-5 kafirên Qorayê dikujin.

Bi kuştina kafiran tirr û taqet di mêrik de namîne, lê jina wî zorê didê. Mêr dinere çare nîne, bi ser kurê xwe de diqîre û dibê:

-Lawo kurê kerê, rabe şerê Qorayê li ser quzê dîya te rabûye, tu jî were kafirekî bikuje xenzîr.

Îcar ev jî mesela me û Tirkan e

Bi dîn û îman, bi serê Îsa û Mûsa, kî roja înê neçe di camî û mizgeftên Tirkan de li dû wan nimêj neke, weke ku kafirekî bikuje û çûna bihuştê garantî dike û hûn sax…

About The Author