Wek tê bîra we, fermandarê Amerîkî David Petraeus, berî çend salan li Kerkûkê çewal xistibûn serê tîma eskerên Tirk û tirr ji wan berdabû, dabû bin dûvê Tirkan û Tirk kiribûn dijminê xwe. Lê niha rewş hat guhertin û xuyaye dora çewalan berê daye başçawîç û generalên KCK û PKK.
Berî ku Orgeneral David Petraeus wek Serokê CIA dest bi xebatê bike, di serdana xwe ya yekemîn de konê xwe li Tirkiyê danî û silavek da Wezîrê Derve Davûtoglû.
Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Enqerê û meclîsa Tirko be, dibêjin xwedêgiravî David Petraeus soz daye Tirkan ku ewê tekoşînek xurt li dijî PKK bimeşîne û ewê çend çewal û telîsan têxe serê başçawîş û generalên PKK jî.
Îcar sayin başçawîş û generalên KCK û PKK!
Hay ji xwe û David Petraeus û çewalan hebin babam. Hew we dît şevek ji nîvê çewê çewal ketine serê we û bêhna we çikiyaye.
Li gora xeberên ku ketine destê sîxurên me, dibêjin xwedêgiravî David Petraeus ji niha ve dest bi dirûtina çewal û telîsan kiriye û çewalên ku wê bişîne Qendîlê çewalên taybet in, naqetin û fîşek jî di wan re derbas nabin.
Ji me gotin baba. Piştre nebêjin Demokratîk Lotikxane Partîsî bala me nekişand ser çewalan û lotika çewalcî David Petraeus ha, ok!
Enqere