DI GORÊ DE JÎ REHETÎ TUNE

 Rojekî Mam Osman û zarokên xwe çûn mîhrîcana bajêr lûna parkê. Zarokan xwestin li balerînê siwar bin. Mam Osman dilê wan ne şikand  got: “ De hûn siwar bin ez jî  li jêr we temaşe bikim”. Keça wî got: “ Bavo wele tu siwar nebî, ez qayîl nabim. Tu jî siwar be “.

 Mam Osman neçar li balerînê siwar bû.  Wexta balerîn  bi lez zivirî û ba girt, qidûmê Mam  Osman şikest. Mam Osman lêbû bi kirîza (tengezarî) dil biçûya.

     Mam Osman kire  feryat û fîxan, erdkar balerîn da sekinandin û Mam Osman peya kirin. Kolonya bi ser û çavê xwe da û hinek bêhna wî hat ber.

      Îcar Mam Osman bi serpêhatîya xwe re  vedigot: “ Ku ez li ser balerînê  bi krîza  dil biçûma hûnê bihatina tazîyê (sersaxî), weyê bigota bela serê we sax be, xwedê bi rehma xwe şa ke, ma kesî ji we nedigot wey min di gora wî nihayo, ma qey zarok bû, çi karê wî hebû li balerînê siwar bû “ û pê re jî dikenî werhasil…

     Îro jî gelek rêberên Kurdan tiştên kesanedîtî dikin, ji qedayê re vexwendinê  dikin  û paşê jî dibên “ çima ev qeda hate serê me “. 

Ma qey hûn zarok in bavê min, êdî bes e heyran…!

      Ji bo gel tiştekî  qenc bikin,  piştî çûyîna we bela ji we re xêr û xêratekî bikin; di gora xwe de bisitirin û bela xelk ji we re jî nebêje „wey min di gora wî nîhayo“ ne wilo ?

About The Author