Xalê me Bûrkay vegerîya, mam ez

Belê qurban, xalê me Kemal Bûrkay ji nav berf û baran, ji nav sur û serma Swêdê û Îskandînavyayê azad bû û berê xwe da Tirkiyê, konê xwe yê pêşîn li bajarê Stenbolê veda. Xalê me Bûrkay (ku kêfa min pir jê re tê û Kurdekî zêdeyî qalibê xwe ye), hem di xatirxwestinê de û hem jî di xêrhatinê de bi halla halla, bi def û zirne hat pêşwazîkirin, kêfa dostên wî hat û dilê dijminên wî jî reş bû.

Belê, xerîbî zehmet e û hema hema min jî wek xalê xwe Bûrkay tam 31 salên xwe li xerîbîyê bihurandiye. Xerîbî û penaberîyê nîha kefenê 101 bavê min û xortanîya min û tirr di min de nehiştin. Lê nebêjin niyeta Tacdîno jî heye wek xalê xwe Bûrkay vegere haaaaa, na! Çima na? Ji ber ez hê nebûme 74 salî ji ber wê. Hîna ji 74 salîya min re 25 sal, 11 meh, 25 roj, 12 seet û 33 deqîqe hene. Helbet heke ez heta wê çaxê sax maaammm belkî ez jî xatir ji Ewrûpayê bixwazim û bêjim „çuuuuusssssss“ û destê xwe bihejînim. Lê ez ditirsim ez 74 salan dirêj nejîm hûn zanin.

Werhasilî kelam, heke heta 74 salîya min hinek rayedarên Tirkiyê li min gerîyan û rêya vegerê ji min re vekirin, belkî ez bêjim „kî zava, kî zava“ û ez vegerim. Na heke kesek li min negeriya û xwe kerr û lal kirin, ji xwe ezê jî li Ewrûpayê beqan bixesînim û hûn sax…

De ji xwe re hinekî li wêneyên xalê me Bûrkay binerin..

About The Author

11 thoughts on “Xalê me Bûrkay vegerîya, mam ez

  1. Yabo bı seref e ku nızanıbe we be ape kal u ser spı tu dıbe key ne burkayya.tıd be key Kemal ataturke.tırkolar çawa kadır kıymet dıdın ape kemal..

  2. bi telaqe min u ye kalke min
    min zanibu we xale me burqy
    teshteki ji me belngaze kurdan re bike
    ere ha we dit ava hedi hedi min aceb je di
    bezina gori ne ji sare kaniye be ave venawxe

  3. Birêz kemal Burkay hêviya nuhgeldiye ka bila çend Roj derbas bin bê çawa tirkoler hêkan Li nava çavê wî bixin. Apê kemal digot pisika minjî tûneye, xuyaye Dewleta tirko Li pista wîye ev çawa çêdibe kakacanekan.
    Silavên germ !?

  4. Tahsînê Bêkes

    Seet Ne Xweş…….Erê wele seet ne xweş, gava belengazê Apo ji Kenyayê teslîm girtin, belengazo ji tirsa û (wek em hemî jî pê zanin TİRS tiştekî İNSANİYE) di balafirê de got ku: Ez amademe ji WELATE xwe re xizmetê bikim. Û wenekekî Wî yî qerase di bin ALA TIRKO de kişandibûn. Îcar gava min seet nexweşê Kemal Burkay begê qaşo serokê serokan, di bin ALA TIRKO de dît, porê serê min wek BÛKEK kezî kûrî bi ser min de weşiya. Ji xwe gava min daxuyaniya Wî û Egemen Bagiş guhdar kir, ez kufrî bûm…. Yawo seet ne xweş; Ti karî ji me Kurdê tiredînî re behsa gotina Ez hatime pişgiriya ‘Webûne’ bikim, bikî????? Hey Kurd û Xwedê jê ne razî, ma wesîfa te piştgiriya ‘Webûn’êye…Ka tê doza FEDERASYONÊ bikira!!! Ka tê doza Kurd, Kurdistan, fîlan û fîstanê Diya min bikira!!!! Ax û sed û bîst cara ax ji destê We OPORTONÎSTA…Ez ê zêde dirêj nekim, seeta te sed û bîst cara ne xweş….Bila rahma Xwedayê gewre ne li ser we SEROK Û MEROKÊ AŞİQÊ TİRKOLER be rebî.

    STENBUL
    Têbinî: Ger Lotikxane sensurê deyne ser vê nivîsê, wê nikaribe ji bin webalê Gûnê min, pardon gûnihê min derê…..

  5. Ey dilok!!! gidi gidi te digot pisika mi tune.tu cùi pisika tirkan bùd.ma t u kitika mam celal bi mai ne dibùd? hey MISTEFA BARZANI tu ci kurd u paya bilindi.gidi a nuha dora kèyi?

  6. Tahsînê Bêkes xwe zêde qahirînê û gotinên ji ser û gûnên xwe mezintir jî bêjê. Ka hinkî xwe bigre bê ma ka wê ci ji vê meselê derkevê. Gotinek me kurdan heye, bêjin bê dev ji sîr sewitî vêca pif dikê dew jî. Ya te jî vêca wilo lê hatîye. APO ji tirsa rihê xwe xwe avêt bextê tirkoleran û go hima ku hun deynekin min hun ci bixwazin ez amade me. Û bi rastî jî heta niha malik li feqîrên kurdan viritandîye. Lê gelo qey Kemal Burkay jî wilo kirîye Tahsînê Sêwî? Qey wî jî gotîye ku dîya wî tirka, an jî ji daxwazên xwe bi pas da gav avêtîya? Ew dibêjê hin nermayî cêbûne û ji bo ku asîtî û aramî bê vî welatî û di nava kurd û tirkan de lihevhatinek li ser esasê wekhevîyê cêbibê ez amade me kar bikim û ezê pistgirîyê bidim her pêngava bas a hikumetê. Gelo ma ev ne tistekî base, heke ku Burkay bi fikrê xwe rê li ber vekirina demokratîk veke ta ku ev ser û bihevcûn rawestê? Û bira bahwer bike qet xema nexwe Burkay û hevalên xwe wê ticaran neynûkeka kurdan jî nefirosin û wê her li ser daxwaza xwe a federesyonê bimînin. Tirk sed civînan jî bi Burkay re cêkin ew dîsan jî dev ji fikrê federesyonê bernadê. Kesên wek Burkay ku di nav sîyasetê de kemilîne zû bi zû nayene xapandin. Ez bi xwe ji sîyaseta wî pistrastim û dibêjim xwezîka ku gelek kesên weke wî rewsenbîr û zane hebûna. Ez bi xwe di wê bahwerîyê de me ku Burkay wê bi vê cûna xwe a welêt roleka bas di pêvajoya rawestandina ser û careserîya pirsgirêka kurd de bilîzê. Xwezîka wî hê ji zû de karîbûye bicûye.

  7. Zilam wek Mistefa Kemal Ataquzilqurt vegera welatê xwe! Hey gidî dinya hey…Dor dora teye Kemalê Tirk….
    Her kî bin ala Tirkoler a xwînî xwe nîsan bide nejî meye! (ji Ayetek î Kitêba Pîroz ya Kurdan)

    Sende jî memlekete xhosh geldîn II.Kemal Pasha…

  8. roni tü pır şaşe şiroweya te pır şaşın tükes nıkare seroke gelle kürd suçdar bıke ne hadde kesiye

  9. kuro lotıkxaneciler!
    hun dıbéjın qey ev zırto bı seré xwe hatiye. yan ji bériya welatéxwe kır u hat. na babam na. wi béhna tırşıké gırtiye.
    ew ji buye tırşıkçi, kerdoğan banga wi kır u ew ji hat. hatına wi belavkırına kurda ye!
    ne jı bo xéréye. hema bıla dı cihé xweda bısekıniya u qet nehata!

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.