Lotikvan û rewşenbîrê Kurd Umît Firat, hevpeyvînek qerase bi malpera t24 re kiriye û tirr ji meselê berdaye. (http://www.t24.com.tr/umit-firat-apo-herkesin-onunde-olmel/haber/91618.aspx)
Hevpeyvîn tev li ser PKK, Ocalan û dewletê ye. Umît Firat wek hespê rewan pê de çûye û wek liba tizbîyê ta bi derzîyê vekiriye.
Hevpeyvîn dûdirêj e û nikarim tevî ji we re binivîsim. Lê gotinên wî yên herî dawîn bala min kişand û şerê hêk û bacanan anî bîra min.
Umît Firat, di gotinên dawîn de dibêje: „Dewlet bi zanebûn Ocalan li Îmralîyê digre, bi zanebûn wî azad nake û nahêle ku Ocalan dakeve qada siyaseta sivîl. Çima nahêle? Ji ber ku gava Ocalan li Îmralîyê bimre (ewê jî rojekê wek me bimre) wê wek Atatirk bibe qehreman û efsane. Lê ku bê berdan û dakeve qada siyaseta sivîl, wê xelk karibin wî rexne bikin, wê hesab jê bixwazin,wê hêk û bacanan jî bavêjin wî û wê wek her kesî ew jî bibe mirovek ji rêzê. Ji ber vê; divê Ocalan ne li Îmralîyê, lê wek me li derve bimre“ filan û fîstan.
Birastî ez carna meraq dikim.
Gelo rojek ji rojan başqanê me Ocalan bê berdan û Kurd di qada siyaseta sivîl de hêk û bacana bavêjin wî, wê çi qiyamet rabe?
Gelo hûn bawer in wê rojekê hinek gunikreş ü babaegîd derkevin û bi hêk û bacanan êrîşî başqanê me bikin?
Ez bi xwe ne bawer im…
Stenbol
Zêdetir
Dîrok xwe dubare nake, bi destê desthilatdaran tê dubarekirin
Ji çar çiyan sisê xeyidîn
Cesaret tunebe zanîn têr nake