P. Kemal
KUK çî yên xwelîliser tenê man
Devliken Kelogirî
Nêçîra Masîyan!
B. Ronahî
EZ HESPÊ XWE LI KÎDERÊ GIRÊDIM
L. Şêxo
Betato û şeytan
A. Dûran
DEMA ÇANDINÎYÊ
B. Qendilê
Newroz çiye ? Newroz kî ye ?
R. Kal
PÃŽÃŽÃŽ EV APO NE JI ME YE !
S. ÃŽloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Bi „fîftî fîftî“ ne bûn şêx û ne bûn miftî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Qiyamet jî rabe ne xema wan e


Bengîn Elegez

Xort û keçên hîppî her sal bi navê “Empty Hîlls (Pustye Kholmy) festîvala huner û muzîkê li dar dixin û têra xwe tirr û fisan dikin, dilê xwe rehet dikin. Îsal jî hîppîyan miradê xwe kirin û li Rûsya herêma Kalûga û Smolensk ê, têra xwe lotik û zîtirk avêtin û xwe ji teq û reqa dinyayê dûr xistin.

Di festîvala hîppîyan de kal û pîr, mêr û jin, keç û xort û zarok wek garana nava gund ketin nav hev û festîvalek qerase pêk anîn, xwe ji gunehan dawşandin û giranîya li ser bedena xwe avêtin der.

Hinek endamên festîvalê bi rêya min rebenê xwedê, gazind kirin û xwestin ku Demokratîk Lotikxane Partîsî jî keç û xortên xwe bişîne van festîvalan da ku piştgirîya hîppîyên dinyayê bikin.

Heçê bixwaze ji pirsgirêk û serêşandinên dinyayê dûr bikeve, di qadek azad û bê tirs de têra xwe tirr û fisên azadîyê bike û beşdarî festîvala hîppîyan bibe, bela bi nivîskî serî li Lotikxanê xe kaka.

Moskova

 

 

Comments are closed.