Berî mirinekê dîsa fîşek da ber keleşê

Lotikvanê Ruhayî, îsothez û evîndarê lehmecûn û ecînê Îbrahîm Tatlises, bi dostika xwe ya 30 salî Ayşegul Yildiz  re zewicî û bi miradê xwe şad bû.

Wey li ser xêrê be û xwedê wan bi hev re pîr û kal bike rebbî.

Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin Îbrahîm Acises 12 sal in bi Ayşegul xanimê re bi pêşbirka lotikan dilîzt û pir jê hez dikir. Piştî ku Îbo brîndar bû û melkemot li dora wî çû û hat, dibêjin xwestiye berî mirina xwe kama dilê xwe bi cîh bîne û keleşkofa xwe bi dohnê zeytûnên Ayşegul xatûnê pakij bike.

Werhasilî kelam, Îboyê me berî mirina xwe dîsa bû zava.

Aqûbet li xort û kalên azib be rebbî…

Stenbol

About The Author