Havînê naxira dewaran diçe li mêrgan diçêre, çêlek an nogin  wextê kelê wê tê conega dixwazin pê re bikevin lotikan. Çêlek, nogin  ji ber conega direvin; bazdidin û berê xwe didin gund. Conega û mozik bi xiroş baz didin ser çêlek û noginan.

       Îcar carna conegayên hatine xesandin jî, tu dibê qey dikarin tiştekî bikin; ew jî bi pey çêlek û noginan dikevin. Nebîrewer êrîşî çêlaka bi kel dikin, wek mirovên bê hiş xwe diwestînin.

       Rojekê em li ber derê malê di suhbetê de bûn, çêlekek hat û li pey çêlekê çend conega û mozik direvîn. Xwedîyê çêlekê, çêlek kire axur, gayê xesandî rabû ser banê axur û banê axur hilweşîya, ga kete xwarê. Em revîn, me mêyze kir waye lingê ga şikestîye, gazî Hecî Elî kirin, hat lingê şikestî cebar bike.

Hecî Elî got: “ Çi qewimî  çawa lingê ga şikest ?”

Yekî got: “ Hecî, li pey çêleka bi kel hat û rabû ser banê axur ket û ev hat serî. “

Hecî kenî û bi ser ga de got: “ Hey bê hiş, bê aqil, ma di te de mêranî maye  ku tu xwe wilo diteqînî û ev hate  serê te, tirr  li  te kirine fis wî .” 

 Hecî zivirî ser me û got: “ Mirovên bê hiş jî wek vî gayê xesandî tirr di wan de nemaye lê hîna jî dev ji mêranîyê bernadin, lewma ji xwe re bobelatan peyda dikin. “

 Werhasil…

       Ev jî mesela Kurda ye. Hinek kesên bêmerc xwe radestî dijmin kirine, hatine xesandin, mêranîya xwe kirine pênc pere;  îcar rabûne hîna jî dixwazin ji Kurdan re serokatî û rêbazîyê bikin. Na yabo em ne hewceyê gayên xesandî ne, cıvata Kurdan dikare ji nav xwe bi sedan conega û mozikan biafrîne cîgerim, wey!

Kurdistan

About The Author