PYD li Magdebûrgê lotikek avêt

Tevlêbûnek bi coş di 8 mîn salvegera PYD ê  de  li Magdebûrg.

Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD mezintirîn ahneg ji bo 8 mîn salvegera PYD ê li Magdeburga Alamnya  bi beşdarbûna zêdeyî hezar kesî ji kurdên rojava li darxist.

Ahengê bi sirûda Ey reqîb destpêkir, di peyre beşdarên ahengê li axaftina tomarkirî ya serokê PYD ê birêz Salih Mihemd (bavê Welat) guhdar kirin.

Bavê welat di axaftina xwe de balkişand ser tecrîda ku hekûmeta AKP li ser rêberê PKK birêz Abdulah Ocalan dimeşîne û siyaseta hekumeta Anqerê ya dibin rêvebiriya AKP a Receb Teyib Erdoxan de ya ku siyaseta bitenêhiştin û piştguhkirina serokê gelê Kurd serok Apo û berferehkirina şer li hember gelê Kurd esas digre.

Birêz Salih Muhemed rola Tirkî û destwerdana wê di hindirê Sûrî û arîkariya wê di pîlan û pirojeyên dewletên rojava li hemberê Sûrî û bi taybetî rola wê ya negetif li hemberî gelê Kurd rexne kir. berdewamî da gotina xwe û got: ku partiya me PYD xebata xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di serî de û hemî pirsgirêkên din bi şêweyê aştiyane dimeşîne.

Bavê welat Got: ku siyaseta tundî û çewsandinê ya ku rêcîm dimeşîne tu cara pirsgirêkên li Sûrî çareser naka berevajî vê wê hîn kurtir bike û Sûrî ber bi şerekî navxweyî ve bajoyê.

Her wiha bavê welat got: ku hêjî Partiya me PYD  li peyî hevgirtina gotina muxalefeta Sûrî ye û bi taybetî hevgirtina rêkxistinên Kurd û demoqratên Sûrî bingeh digre.

Birêz Salih Muslim li ser kar û xebatên PYD yên rêkxistinî yên ku di demeke kin de li rojavayê Kurdistan hatine meşandin axifî û got: ku di vê dema kin de me li her gund, bajar, tar û li herderê xebatên xwe yên avakirina saziya bi şêweyekî rêk û pêk meşand,û em berdewamin divê xebatê de. berdewamî da gotina xwe û got: ku ev sazî  wê bibin bingeh ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li rojavayê Kurdistanm û Sûrî ye.

Di dawiyê de birêz Salih Muslim Serokê PYD ê  ji bo xurtkirina kar û xebatên partiyê li Surî û li Rojavayê Kurdistan sozda û ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd û Sûryeke Demoqrat ku ji bo hemî gelê Sûrî  be xebatên xwe hîn xurtir û birêk û pêktir berdewam bikin.

Her wiha jî endamê saziya şehîda bavê Hisên axaftinek kin  di pîrozbahiyê de kir. di serî de balkişand ser rewşa serokê gelê Kurd Abdulah Ocalan û kiryarên hekûmeta AKP ê li hember serok Apo şermezar kir û her wiha jî ji hekûmeta AKP ê xwet ku diyaloga bi rêberê gelê Kurd re berdawm bikin, bavê Hisên berdewamî da axaftina xwe û got: ji bo demoqratkirina Tirkiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd li bakurê Kurdistan serok Apo xwedî roleke mezine pêwiste rola serok Apo biçûk neyê dîtin.

Bavê hisên di gotina xwe de balkişand ser qurbaniyên ku gelê Kurd li rojavayê Kurdistan  ji b o parastina rumeta Kurd û bidestxistina mafê gelê Kurd li herçar perçeyên Kurdistan daye.

Bavê Hisên Got ku: malbatên şehîda niha jî di pêşiya gelê xwe dene û ji pey doza xwe venagerin heya serkeftina gelê Kurd li herçar perçeyên Kurdistan.

Her wiha birêz Cahîd Zerdeştî li ser navê Federasyona komeleyên Kurd li Eurupa axaftinek kir.nunerê federasyona êzîdiyan got ku: çareserioya herî maqul ji pirsgirêka Kurd re li rojavayê Kurdistan xweseriya demoqratîke ya ku pyd pêşneyaz dike. Her wiha jî bi tundî kiriyarên rêcîma Sûrî yên li hember xwestekên gel yên demoqratîk şermezar kir.

Birêz Salar Şêxanî li ser navê hevpemana partiyên Kurd li Eurupa axaftinek kir, birêz Şêxanî balkişand ser hevgirtina xîtaba siyasî ya tevgera Kurd li rojavayê Kurdistan û avakirina eniyeke ku karibe mafê gelê kurd biparêze û gerîntîkirina vî mafî di makezagona Sûrî de.

 

Her wiha siyasetmedar Zuhat Kubanî nunerê PYD ê yê Eurnupa  8 mîn salvegera PYD ê  li hemî gelê Kurd pîroz kir û ji bo beşdariyê spasiya hemî mêvana kir.

Di ahengê de gurzek ji stêrikên çand û hunera gelê Kurd amede bûn û bi stran û helbestên xwe gel derbasî coşeke mezin kirin.

hunermendên ku di ahengê de amedebûn:

Hunermend Xelîl Xemgîn, Hekîm Sefqan, Narîn Şêxê, Abdilbast Darî, Peywan Arjîn, Ebas Ahmed, Zendîn Silêman, Şêro Betê, Nejdet Hewran, Kadar, Emîn Sîdo û Kawa Şêxê bi staran û helbestên xwe beşdar li herçar perçeyê kurdistanê gerandin.

Li ahenga 8 mîn salvegera PYD Roj tv, Rojnama yeni Ozgur politika, ajansa nuçeya ANF û Vidyo Mem û Zîn jî amede bûn.

 

Magdebûrg 

About The Author