Xwîna Kurdan ne heram e, lê şampûan heram e

Gerçî hewce nake ez Tirkan bi we bidim naskirin, hûn zanin bê oxlimler çi qumaş in û çend mû bi qûna wan ve ne.  Ji xwe hûn Ereb û Farisên qûnreş ji min çêtir nas dikin.

Kongreya Helal a Navnetewî li Tirkiyê bajarê Enqerê civîya û çend zîtirkên bergîlkî avêtin.  Zîtirka wan a vê carê li ser şampûanê bû.

Di kongreyê de bi piranîya dengan „şampûan“ a reben hat heramkirin û  serî li şampûanê gerandin.

Çima?

Li gora Prof. Dr. Fatîh Yildiz û kesên mîna wî difikirin, xwedêgiravî di nava şampûanê de „rûnê berêz“ heye û ji bo wê jî şampûan heram e.

Yaw evî rebenê beraz çi qebhet kiribû ku goştê wî tê heramkirin lo? Qey ew ne heywanê xwedê ye bavo!

Olan oxlim, hey kalikê min di pîrika we kirino, hûn xwîna Kurdan dirjînin ne heram e, hûn namûs, mal û canê Kurdan distînin ne heram e. Hûn milletên din asîmîle dikin, wan dişibînin heywanên mîna xwe ne heram e. Ma hema heramtî ket qûna berazê reben!

Werhasilî kelam, bela berêz li şampûanê jî ket.

Çima hat heramkirin hûn zanin?

Ji bo sabûnên xwe zêdetir bifroşin û berberîya şampûanê û şîrketên Ewrûpî bikin. Xuyaye sabûnên wan „helalzadeyên heramxwir“ di stuyê wan de mane û hew tên firotin, îcar şampûanê heram dikin ku bêaqil û ehmeqên civakê  bixapînin.

Ma çîroka heramkirina goştê berêz jî ne wilo bû?

De ka dîrokê bikolin û bixwînin….

Enqere

About The Author