Pirsa Kurd ayet û hedîsan nas nake baba!

Serokê Diyanet Sen Şaxê Amedê Omer Evsen, çend lotikên ademî avêtin û got: „Pirsa Kurd pirsa herkesî ye.“

Xwedê jê razî be, ciwamêr bi helwestek baş nêzîkî pirsa Kurd bûye, siyaseta ku îro misilman yan jî ew kesên ku bi navê misilmanîyê zîtirkên paşûpê li Kurdan dixin, şermezar kiriye û çewalek xistiye serê wan.

Omer Evsen, di vî warî de hem siyaseta dewletê û hem jî siyaseta PKK rexne kiriye û gotiye ku „Êrîş û revandina melayên Kurd û tehdîtkirina wan dûrî aqila ye û xelkê herêmê aciz dike“ filan û bêvan.

Omer Evsen, ayet û hedîsan datîne holê, wek derzî û şûjinê wan dixe çavê dîndarên ku Kurdan înkar dikin û dibêje: „Pirsa Kurd pirsa me hemûyan e. Heke em nikaribin vê pirsê çareser bikin, wê gellek canan bişewitîne malikê li xelkê bibe mîratê. Pirsa Kurd ne tenê pirsa aborî, kulturî û terorê ye. Xwedê teala gotiye ku „avakirina erd û ezmên, cudatîya reng û zimanên me, ji ayetên wî ne.“  Û pê de çûye.

Omerê me dîsa lotikek pîroz avêtiye, mîrkutek li nav serê misilmanên sexte xistiye û gotiye: „Rebbê alemê dibêje ku „mumîn brayên hev in, naxwe navbera xwe û brayên xwe xweş bikin û ji xwedayê xwe bitirsin ji bo hûn bên paraztin. Tiştên ku hûn ji bo xwe dixwazin  ji bo brayên xwe jî bixwazin, heke hûn nexwazin hûn nikarin îmanê bikin. Wekî din „namûs, mal û xwîna misilmanan li misilmanan herame“. Gava evqas ayet û hedîs li ber me bin, hewce nake em li fitû û dek û dolabên din bigerin“ û wîjdanê xwe xira nekiriye.

Ez serê we neêşînim, heke misilmanên ku îro di bin perda dînê îslamê de dijminatîya Kurdan dikin ayet û hedîsên dînê îslamê bi cîh banîna, bawer bikin pirsa Kurd ji zû de hal dibû. Lê bêbavan ne emir, ayet û hedîsên xwedê nas dikin û ne jî yên Mihemed pêxember.  Ji bo înkar û tunekirina Kurdan karin jinên xwe jî bifroşin. Lê bi navê îslam û misilmantîyê karin hêsrên tîmsehan li ser xelkên Afrîkayê birjînin.

Axir, heke axret, bihuşt û cehneme hebin, wele wê Kurd vê tirrê ji Tirk, Ereb û Farisên sextekar re nehêlin. Na ku hemû derew bin û dinya tenê ev dinya be, wele em li top û pataxê ketin û hûn sax…

Mûş

About The Author