Lingê Evdilla li wan nehat

Berî bi çend rojan Serokkomarê Tirkiyê Evdilla Gul çû ser sînorê bakur û başûrê Kurdistanê û eskerên xwe teftîş kir, li halê wan pirsî, çay û qehwe bi wan re vexwar û xwedêgiravî moral da wan. Mêro tew cil û bergên “qomando” jî li xwe kir û bi serekerkanê artêşa xwe re dên û bala xwe da şûn û warê terorîstan (bi gotina wan). Lê xuyaye lingê Evdilla beg li eskerên wî nehat û tu xêr ji hatina wî nedîtin.

Erê lo, piştî vegera Evdilla Gul bi rojek du rojan, PKK li herêma Colemêrgê kemîn danî ber eskerên qûnbicilik û di êrîşê de 26 esker kujtin û gellek jî brîndar kirin. Bi vê lotika bê îman, hem Evdilla Gul, hem Kasimpaşalî Receb û hem jî çeqel û keftarên Tirk lotikek mezin xwarin û xeyalşikestî bûn, mîrkutek kesanedî li nav serê wan ket û tirr di “Qehreman Mehmetçîk” de nema, ziravqetandî bûn.

Îcar çapemenî û medya wan, televizyon û radyoyên wan bi şev û roj stranên “Mehmetçîk gîttî sawaşa, tirr jê hat berdan li newal û kaşa” dubare dikin û hêsran dibarînin.

Ez serê we neêşînim, baş yan xirab, rast yan xelet, PKK bersivek qerase da Evdilla Gul û serdana wî ya li ser sînor lê herimandin, xwêsîya wî di qirika wî de hiştin wesselam…

Amed

About The Author