Dem êvar e…
gul tevde li her dera cîhanê karê xewa xwe dikin
lê li Amûdê, îşev xew tuneye
gul tev şiyar in, kes nizane çima
tev bi şewq in, niza li bende çi ne
tev jîr û pel bel in, niza ji bo çi
tev bêdeng in, niza li çi temaşe dikin
heya zilma dinê dîsa rû da
heya evîn dîsa hat serjêkirin
heya hêvî di guldanê de bi xemsarî hat mirandin
çarhawîrdor agir e, qîr û hawar bilind dibe
bangî xwedê dikin…
bilind dibin hawar û gazî
ta ku bi ezmanan dihejînin
canê bi ciwanî hat sûtandin
dike ku êdî xwedê rehmê bide
afrenderê erd û ezman, xwedayê rehma mezin,
rehmê dide:
qaç û binê xênî dike yek perçe
ji bo zarokên nîv sax û nîv mirî
goreke komeleyî mezin çêdike
belê rehmê dide
zarokan ji hev naqetîne
bihna goştê şewitî xwe li Amûdê belav dike…
de hema bera biba roja qiyametê, berî agir bi sînemê bikeve
de bera birca Eyfelê nema ba ji bilindbûnê re, berî derî li zarokan were girtin,
de bera her sê Pîramîdên Misrê, dîroka mirovahiyê,
bi ser hev de hilweşiyana, berî qêrîn bighêje zarokan
de bera dîwarê çînê, nîv-vîv û perçe hûr bibiya,
berî bibiya şahidê vê bûyerê
de bera roj vemiriya, jiyan bihata tarîkirin,
berî kulîlkên Amûdê bihatana qurçimandin
hêle hêlên dayikan erdê diqelêşin
dengê giriyê xweşkan kevir digrîne
bêdengî û bêhêziya bavan agir dide
bêzariya bîneran
pirsîn û lêpirsîna rêwiyan
tirs û metirsiya rizgaran
hawar û gaziyên xwediyan
birê dikin rihê sorgulan bi gulan
ax hey Amûdê
dayika kezebşewitî
tê çi rake û çi raneke
tê heya kengî vê êşê bi xwere bikişîne
Sînema Amûdê dîsa dişewite
Berde binê te erd e
JI TAHÎRÊ MIN Ê BÊHNRIHAN RE!
Xaltîka me Îlham lotikek ademî avêt