Komîteyek sosyologan di derbarê hesudîyê de vekolînekê dike. Li ser bûyerek bûyî mînak didin û ji jinên (pîrek) cîhanê pirs dikin û dibên “ Mêrê te bi jinikek dosta xwe re bê girtin, tuyê çi bikî? Çi bêjî ?“
Jinika Îngilîz dibê “ Ez tiştekî nakim û nabêjim jî “
Jinika Fransiz dibê “ Ezê biçim ba delalîyê xwe bila ew li ber dilê min bide”
Jinika Îtalyan dibê “ Ezê herim wê jinikê bikujim “
Jinika Yunanî dibê “ Ezê herduyan jî bikujim “
Jinika Tirk dibê “ Ezê bêjim na, mêrê min tiştekî wilo nekiriye “
Dor tê jinika Kurd, ew dibê “ Ezê bêjim heke mêrê min kiribe qenc û xweş kiriye “ werhasil.
Bavo ez difikirîm min digot “ Ev parlamenterên me, melayên me û şaredarên me li Bodrum’an li odeyên otêlan bi jinikên nermik û germik re tên girtin, gelo çima pîrekên wan bêdeng dimînin, bertek nîşan nadin ?!”
Nexwe, di bin de, di hîm de ev tespîta sosyolojîk heye!
Ez belengazê xwedê çi zanim karên çirto virto, yên kirine bila serê xwe pê re biêşînin, ma ji me re çi lo…
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye