Fatîha li ser dara berûyê!

Li welatê sir û seqemê, welatê porzer û bejinziravan, li Swêdê bûyerên ecêb çêdibin. Heval û kekên me yên li wir jî carna bi xêra dê û bavê xwe me bi wan lotikan dihesînin.

Herî dawî şêxê Radyoya Navnetewî ya Swêdê beşê Kurdî Seyid Beşîr Kavak, têkoşîna Swêdiyan ya ji bo darekê kiriye rapor û nûçeyek bi navê ”Fatîha li ser dara berûyê!” weşandîye.

http://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=4852415

Erê lo, seyidê me yê Torî Beşîr Kavak fatîhayek mubarek li ser ruhê darekê xwendîye. Bi telaq heqlî ye; bav û bapîrên me jî dua ji bo gamasiyan dikirin. Ê dema fatîha hat xwendin, li me sofî û mirîdan jî dikeve em bêjin ”rehma xwedê lê be, ciyê wê cinet be, bila hûn tev de sax bin, xwedê şêx û seyîdan ji serê me kêm neke”.

Seyid Beşîr dibêje:

”Li cîhanê her roj bi sedan kes ji şer, xela û nexweşiyan tên kuştin yan dimrin. Di çaxek wiha de li Swêdê bi hezaran kes ji bo ku darek berûyê neyê birîn ketin nav tevgerê.

Ji bo paraztina darê bi hezaran îmze li hev hatin komkirin, li ser navê darê di Facebookê de grûbek hat avakirin. Li ber darê bi şev û roj nobet hat girtin. Resam hatin li vir wêne xêzkirin, muzîsyen hatin û li dora wê ji bo piştgiriyê stran gotin”.

Û dipirse: ”Gelo ev karê betala ye, yan hezkirina xwezayê ye?”

Ya rastî, hemşeriyê min dixwaze mesela yê ku ji betalî çîkê xwe da ber biviran bîne bîra me lotikvanan. Lê ji ber ku ew hem seyid e, hem jî rojnamevan e, edeba olî û resmî nahêle ew behsa ”çîka, mîka” bike. Haşa, haşa estexfîrellah. Ew gotin jê re sansurlî ne yanî.

Werhasil, seyid Beşîr dipirse bê baldariya Swêdiyan ji betalî ye yan na? Ez dibêjim ”na, ne ji betalî lê ji welatparêzî ye”.

Bê ku qala welat, milet û netew bikin, Ewrûpî ji bo parastina dareke xwe bi mihan li ber xwe didin. Ma ev ne welatparêzî ye ezbenî? Xwezî em Kurd jî li çiya û zozanên xwe, bax û bostanên xwe xwedî derketibana û hew.

Fatîha li ser dara berûyê

Janalan22@gmail.com

About The Author