Kasimpaşalî daxwaza Sirri li erdê nexist

Piştî ku nexweşîya Erdogan hinekî pak bû û brînên wî kewîyan, berê xwe da meclîsê û silavek da wekîlan.  Dibêjin wekîl ketine dora tenûra Erdogan û bixêrhatina wî kirine. Êêêêê, ma BDP î yên me ji dora tenûrê kêm dimînin canim, na.

Axir, dibêjin apê me Sirri Sakik û xaltîka me Aysel Tûglûk jî ketine dora tenûrê, xwe gihandine Erdogan û gotine „Oooooo, tu bi xêr hatî ezbenî, me bêrîya te kiribû yaw, xwedê te ji ser serê me kêm neke rebbî“ û navbera xwe germ û nerm kirine.

Dibêjin di dema serdanê de Sirri Sakik daxwazek ji Kasimpaşalî kiriye. Gotiye „Ezbenî, cîgerim, ew 7 PKK î yên ku bi eslê xwe Kurdên Îranê ne û niha cendekê wan li bajarê Meletê ne, dewleta Îranê cendekê wan qebûl nake. Ji kerema xwe bêje Wezîrê Dadê Sadullah Ergin efendî bela vê pirsgirêkê safî bike, qe nebe bela malbatên wan karibin cendekên zarokên xwe li sînorê Tirkiyê û Îranê defin bikin qurban“ û lava kiriye.

Êêêêê, ma Kasimpaşalî Receb vê fersendê ji dest direvîne, na. Ji bo pûanan kom bike û xwe li ber dilê Kurdan hinekî din şîrîntir bike, ferman daye Wezîrê Dadê Sadullah Ergin ku bi lez meselê çareser bike. Sadullah Ergin beg jî di demek kurt de mesele safî kiriye, di rê û rêbazê de hinek guhertin kiriye û mesele kiriye ristik, daxwaza Sirri Sakik û fermana serokê xwe Erdogan pêk anîye. Bi kurt û Kurmancî; wê ew 7 PKK î yên ku Kurdên Îranê ne û dewleta Îranê nahêle laşê wan li Îranê bên veşartin, li sînorê Tirkiyê û Îranê (sînorê her du parçeyên Kurdistanê) bên definkirin.

 Îcar BDP, PKK û KCK î dibêjin “Bi şeş telaqan Kasimpaşalî Receb ne tu zilam e, dijminatîya me dike” filan û fîstan.

Kuro law ma wê rebeno ji wilo pêve çi bike? Wa dihêle hûn şehîdên xwe ji bajarekî neqlî bajarekî din bikin, ma ji wilo zêdetir hûn çi ji rebeno dixwazin babam, wî!

Stenbol

About The Author