P. Kemal
KUK çî yên xwelîliser tenê man
Devliken Kelogirî
Nêçîra Masîyan!
B. Ronahî
EZ HESPÊ XWE LI KÎDERÊ GIRÊDIM
L. Şêxo
Betato û şeytan
A. Dûran
DEMA ÇANDINÎYÊ
B. Qendilê
Newroz çiye ? Newroz kî ye ?
R. Kal
DE BIMÊJIN
S. ÃŽloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Bi „fîftî fîftî“ ne bûn şêx û ne bûn miftî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Heta bi dêlikên me jî bûne mirovperwer


Hisênê Sêwasî

De ji xwe re li vê dêlika Kurd binerin û bifikirin. Li bajarê Sêwasê, dêlikek Kurd dev ji kudik û çêlîkên xwe berdaye û du berxikên mîhên malîyek Tirk dimijîne. Berxikên ku dêya wan terka wan kiriye û belkî jî ji dolek heram in, birçî bûne û ketine bin dêlika Kurd, çiçikên wê dimijin û têr şîr dixwin. Û dêlika me jî weke ku tiştek nebûbe, herdu berxikan dimijîne, wek çêlîkên xwe li wan dinere.

Aha rewşa me Kurdan ev e ha gelî xwendevanan.

Hûn dev ji serok û siyasetmedarên me berdin, nexweşîya bratî û mirovperwerîyê bi heywanên me jî ketiye û xwelîya heft gundan bi serê me de barîyaye. Serok û siyasetmedarên ku her tiştên pîroz kirin bi qurbana bratîya Kurd û Tirkan û tirr ji Kurd û Kurdayetîyê berdan, mîkrop û vîrûsên xwe berdan heywanên me jî û va dêlika me jî li şûna çêlîkên xwe berxikên xelkê dimijîne, wan ji mirinê xilas dike.

Werhasilî kelam, baÅŸ li helwesta vê dêlikê binerin û rewÅŸa me Kurdan bînin ber çavên xwe. Heke fîlmek ji fîlmên Hollywoodê dirêjtir û watedartir nehat ber çavên we, bizanin ku ez bi tiÅŸtekî nizanim û xelas….

Sêwas

Comments are closed.