Diyarî ji bo Sofî Zelal…

Du sinetçî bi hev re dikevin şert.

Yek ji Mêrdînê û yê din jî ji Bûrsayê ye. Navê yê Mêrdînî Hecî Quto û nave yê Bûrsayî jî Hecî Orhan e.

Temenê herduyan jî nêzî hev in. Teqrîben li dora heyştê ne.

Herduyan jî ji xortaniya xwe dest bi vî karî kirine û kêmanî pêncî-pêncî û pênc salên wan bi jêkirina çermikên zêde derbas bûye.

Rojekê herdu sinetçî li ser daxwaza çentesazekî li Enqerê tên cem hev.

Çentesaz herdu qeraseyan diezibîne, wan li dikana xwe dike mêvan. Xwarinê dide wan; xwarina xwe dixwin. Piştî xwarinê, çay û qahwe tê ji wan re. Bi kêfeke hew dibe çay û qahweyên xwe jî bi ser xwe dadikin. Piştî li hal û ehwalê hev dipirsin û pê ve çentesaz ji wan re dibêje, pêşniyareke min ji bo we heye.

Herdu qerase bi awirên şaşmayî li hev dinêrin û dûre bi hev re lêvên xwe xwaromaro dikin û dîsa bi hev re dibêjin, `Wek çi?`  

Çentesaz dibêje, `Ev çel û pênc sal in ku ez di nav vî karî de me. Ji çermê roviyan bigre heta çermê şêran, ji çermê maran bigre heta çermê tîmseh, xezal, ker û qantiran, bi kurt û kurmancî min ji çermê hemû tebayan çente çêkirin; ji bilî çermê tiştekî.

Ew tişt jî çi ye?

Doh bi şev ez ketim nav nivînên xwe, heşayî hûzûra we, min nêt xera kir ku silavekê bidim jina xwe. Ji paş ve min nava wê zevtkir, min xwe pê da neda dîsa heşa ji hûzûra we, çermikê min ne serê xwe rakir û ne jî kela min rijand. Ez ji xwe û çermikê xwe xeyidîm, jina min jî ji min xeyidî û me berê qûna xwe da hev û me xatir ji şevê xwest. Lê dema min berê qûna xwe da jina xwe, bêhemdî min destê min çû nav cebilxaneya min.

Ma gelo min got heşa ji huzûra we?

Belê, dema ew çermik di nav tiliyên min de çû û hat, hat bîra min û bi wê bîrhatinê fikrek hat hişê min. Min ji xwe re got, kuro law, min heta niha her çerm ceriband, min ji her çermî çente çêkir. Çima ez tiştekî wiha jî naceribînim. Ji ber vê jî, hûn herdu Hecî hatin bîra min û sedema ku hûn hatin bîra min jî malûm e. Hûn herdu Hecî jî di karê xwe de, ji bo gel baş fêhm bike jî, di jêkirina kîran de pispor in.`

Herdu Hecî dibişirin û bi kêfxweşî û bi awayekî şanaz serê xwe dihejînin û dibêjin, `Bêgûman werê ye!`

Çentesaz didomîne, `Hûn ê herdu herin li bajarê xwe di hefteyekê de hemû kesên ku hûn ê sinet bikin çermikên wan bidin ser hev û ji min re bînin. Ez ê jî wan çermikan bi hev bidrûm û bikim çente. Yanî ez ê ji her çermikên we yekî çenteyekî çêbikim. Ez ê vê tahm û keda we jî bê xelat nehêlim. Çentê kîjan çermikan serkeftî, baş derkeve, ez ê wî bi qîza xwe ya ciwan, têra xwe temen mezin, agirpêketî û di stûyê min de maye re bizewicînim.`

Herdu Hecî zimanê xwe bi dora lêvên xwe dixin û bi kilkirina serê xwe erê dikin.

Herdu Hecî çawa vedigerin bajarên xwe, bê rawestan dest bi sinetkirinê dikin. Di hevteyekê de çermikên hemû kesên ku sinet dikin didin ser hev, gişî dixin hundurê tûrekî û dîsa berê xwe bi Enqerê vedikin. Dema çentesaz herdu Heciyan li ser lingan, di destê wan de tûr li devê deriyê dikanê rawestiyayî dibîne, kêfxweşiyek rûyê wî dîl digre. Wan dide rûniştandin, xwarin û çay û qahwe wek cara din li pey hev ji wan re tê. Zik li xwe dikin meşk û li ser kursiyên xwe rûdinên û lingên xwe davên ser hev.

Çentesaz ji wan re dibêje, `Mala we ava! De îcar herin malê û piştî hefteyek derbasbû werin. Heta wê çaxê ew ê çente jî amade bibin.`

Herdu Heciyên me radibin ser xwe û careke din berê xwe didin bajarên xwe. (Heqê rêya wan jî çentesaz ji bêrîka xwe dida)

Piştî hefteyekê herdu Hecî bi hêviya di nav nivînan de qîza çentesaz nerm bikin, dikevin rê û berê xwe bi Enqerê vedikin.

Dema Hecî Quto di derî re dikeve hundur, Hecî Orhan berî wî li kêleka çentesaz rûniştiye û pistepista wan e dipeyivin. Hecî Quto ji vê rewşê dikeve şikê û mahdê xwe nexweş dike.

Çentesaz ferq dike ku Hecî Quto ji tiştekî hilaniye. Bi dengekî nerm û bergerokî dibêje, `Hecî xêr e? Ma qey derek te diêşe yan kîrê te nema radibe? Tu çima bê kêf î?` û dike tiqetiq…

Hecî bi dengekî hêrsokî lê vedigerîne, `Ez ne dola bavê xwe, ez dola wan kesên ku min kîrê wan dane ber gwîzanê bim, heke hûn fen û fûtan li min çêbikin, ji xwe hûn berê sinetkirîne, ez ê dawiya mayî jî jêbikim.`

Çentesaz dibêje, `De ka were bêhna xwe fireh bike û nahletekê li çavê şeytanê melhûn bîne lo! Fenê çi fûtê çi?

Hecî Quto bêdeng dihere xwe dide kêleka hempîşeyê xwe û li ser kursiyê rûdinê.

Çentesaz radibe ser xwe, dihere ji paş perdeyê radihêle herdu çenteyan û tine li hember wan rûdinê û herdu çenteyan datîne ser sêpaya navbera xwe û wan. Herdû çente wek hev in, lê nahlet li derewan bê. Min got wek hev in, lê tenê cudatiyek biçûk tê ferqkirin; yek jê piçekî ji yê din qemertir e.

Çentesaz dibêje, `Ka hela bê hûn ê zanibin bê kîjan ê kê ye?

Hecî Quto bi ken û bi xwe bawer dibêje, `Hahew ma ev jî gotine camêr? Ez ji herêma gunikreşa me, Ha ev ê qemer jî yê min e. Ma te tu carî dîtiye ku gun reş û kîr spî derketiye. Çawa goşiyê tirî rengek e, her wiha gun û kîrê heman şaxî jî yek reng in.

Çentesaz dikene û dibêje, `Wele wa tu malê xwe nas dikî. Te pê derxist. Her bijî!`

Hecî Orhan dibêje, `Êê!… Ka em ê çawa hîn bibin bê kîjan çente baş e?

Çentesaz dibêje, `Kîjan çente rakşe, vezele, bişide û mezin bibe ew çente baş e û wê xwediyê wî çentî keçika min ji xwe re bibe.

Hecî Qotu dibêje, `Naxwe em wextê xwe beradayî derbas nekin. Wê kî biryarê bide? Em ê çawa hîn bibin? Em zû dest pê bikin?

Çentesaz berê xwe bi dawiya dikanê vedike û bi dengekî bilind bang dike, `Lê Asenayê! Ha Asenayê de ka were were hey herdu Heciyan, bibore bavê te nav şeqên te xwarê`

Bi gotina Asenayê, keçika agirpêketî qûna xwe xweş dihejîne û tê li nig wan disekine.

Herdu Hecî bêhemdî xwe ji ber wê radibin, wê pêşwazî dikin.

Çentesaz herdu Heciyan dide rûniştandin û ji keçika xwe re dibêje, `De ka dest pê bike.`

Dema çentesaz ji keçikê re dibêje, `de ka dest pê bike,` herdu Hecî li çavên hev dinêrin û bi hev re dibêjin, `Çawaaa?

Çentesaz bi ken dibêje, `Rawestin, rawestin… Çawa ku hûn di karê xwe de pispor in, ev kar jî posporiya Asenaya min e.

Asenayê ewil radihêje çenteyê ji çermikê Bûrsayiyan çêbûye. Çente dihere kefa destê wê. Çente di kefa destekî xwe de bi cîh dike û bi destê din jî bi şehwet difirkîne. Qederê du-sê deqeyan difirkîne, lê tu guherîn di çente de çênabe; çente biçûk dibe mezin nabe. Wî datîne ser sêpayê û radihêje yê din. Bi rahiştandina çente re keçik ji hiş xwe ve dihere. Di kefa destekî xwe de bi cîh dike û bi destê din difirkîne. Her ku difirkîne, çente vedizele, dişide, radikşe û dibiriqe. Çav di serî wan de dibin tas. Çente radikşe, vedizele, dişide dibe bahol. Hecî Quto li xwe naheyire, keçikê dixe hundurê baholê û bêxatirxwestin xwe li deriyê dikanê diqewimîne û ji ber çavan wenda dibe.

Çentesaz û Heciyê me yê Bursayî tenê di qula dikanê de dimînin.

Çentesaz dibêje, `Xwedê Teala mirov ji Merdiniyan bistirîne gidî! Ew çi ecêb bû. Lê bawer im ne Merdînî bin jî wê kes nikaribe agirê Asenayê vemirîne. Wey Hecî Quto Xwedê û Pêxember ji te razî be! Te ez ji Asenayê xelas kirim. Yan na bi şerefa parlamentê wenda Evdiletîf Şener, di nêz de ez ê bibama xezûrê bajêr…

Hecî Orhan berî ku xatir ji çentesaz bixwaze dibêje, `Tifîf! Kuro digotin zilam di Bûrsayê de nema ye, min bawer nedikir. Wey qeda bi serê we keve law! Ji niha şûn de ez xwe teqawît dikim. Ma ew çermik bi wan ve be wê bibe çi ne bi wan ve be wê bibe çi`

Orhan hoste gwîzana xwe ji bêrîka xwe derdixe û datîne ser sêpaya çentesaz. Dibêje, `Ji niha şûn de ev gwîzan nema ji min re dibe. Hema bila ji te re be, belkî tu pê çend çerm merman jêbikî û bikî çente…Dê ji Bûrsayê re sinetçî jî ne hewceye.

About The Author