Xalê me Bûrkay xelata kerxanecî Misto qebûl nake

Wek we bihîstiye, Komîsyona Bilind a Ziman, Dîrok û Kulturê ya Ataturk, pêşniyar kir ku xelatê bidin siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay. Çima hûn zanin? Ji bo ku xalê me Bûrkay di çavê Kurdan de reş bikin û wî jî wek xwe bikin Kemalîst.

Erê lo, Kemal Bûrkay û xelata kerxanecî Misto kuro!?

Ê oxlim, çima hûn wê xelata heram nadin Kurdên ku pesnê Atavirqo didin ha? Ma law kîjan rojê xalê me Bûrkay pesnê Kemalko daye ku hûn wê xelata heram bidin wî ewladim? Law xelatê bidin xwarzîyên xwe yên Kemalîst, bidin brazîyên xwe, bidin Xelo û Celo, bidin Kemalîstên germik û nermik, ma ji xalê me Kemal Bûrkay pêve kesekî din nemabû oxlim?

Werhasilî kelam, xalê me Bûrkay jî ne zarok e, ne xeşîm e haaaaaa, na! Nehat lîztika wan û got: “Nabeeee, stop! Na û 101 carî na! Ez wê xelata heram qebûl nakim û layiqî xwe nabînim babam, xelata xwe têxin şûna serê xwe û min pê neherimînin wî. Wê xelata heram bidin wan kesên ku Atavirqo bi Kurdan dane hezkirin, wê xelatê bidin “Kurdên Kemalîst” cîgerim” û pêşniyaza Komisyona kerxanecî Misto qebûl nekiriye.

Wek hûn zanin, yê ku herî zêde pesnê Mistoyê Selanîkî dida û ew li ber dilê me Kurdên xwelîser şîrîn dikir, sayin başqanê me Ocalan bû (hevdîtinên bi parêzeran re bixwînin).

Bawer bikin îro du roj in ez ranazêm û meraq dikim, difikirim.

Gelo ev xelat bidana sayin başqanê me, wê çi helwest danîbûya?

Bi vê minasebetê ez destê Nelson Mandela radimîsim. Wî gunikreşê Afrîkî xelata Atavirqo qebûl nekiribû û ew xelata heram paşûpê xistibû şûna serê wan..

Stenbol

About The Author