Bi Koreyîyên bakur re ez Kurdê bakur jî dinalim

Tiştê hatî serê Koreya Bakur xwedê neyêne serê êsîrê destê gawiran!

Serokê wan yê bêhempa, yê deha, yê zana, yê şareza ku ev 17 sal bûn aştî, azadî, dewlemendî anîbû welêt û gelê xwe kiribû nav hizûr û xweşiyek kesanedî, ji ser ruyê erdê koçî binê erdê kir.

Erê, ev dinya zalim û bêwijdan ku ji kesî re nemaye, Kîm Jong Îl jî bir.

Îcar kî wê riya rast nîşanî Koreyîyên bakur bide?

Kî wê bejinqutan bilind bike?

Kî wê mîna rojê li wan hilê?

Ji bo ku pêşengtiya wan ya di warê robotolojî, ehmeqolojî, qedexolojî, nefikirolojî ji dest neçe, kî wê ji niha û pê de rêbertiya wan bike?

Erêêê, erêêê dinyayê zalimê!

Te serokê serokan, aqilmendê rojhilat, mamoste, general, fizîsyen, kîmyager, muhendiz, astronom, bav û bapîrê Koreyîyan Kîm jî bir.

Îcar de were û pora serê xwe nede ber cuzdan û meqesan!

De were û serê xwe li dîwaran nexe!

De were û bi neperûşkan bi xwe nekeve û neke zûrezûr!

Bi şeş telaqên bêfitû, Koreyîyên bakur çiqas binalin, ji vir û heya mala xwedê mafdar in.

Û bi Koreyîyên bakur re ez Kurdê bakur jî di nav êş û janê, di nav hezn û şînê de me. Axîn û zarîna min ne li ser halê Koreyîyan, lê li ser halê me Kurdên bakur e.

Yê Koreyîyan qet nebe şens û siûda wan heye. Kurek Kîm yê jîr û jêhatî ku inşelleh dewsa bavê xwe bigre heye.

Lê serok û rêberê me Kurdên bakur, me malwêranan, me çavrijiyan, me xwelîseran, ne law e, ne ewlad e, ne jin e, ne mal e, ne mindal e, ne zar e, ne zêç e. Kurdûnde ye.

Roja ku xwedê neke, xwedê neke ew here, em Kurdên bakur wê çawa bikin? Aha ji niha de ez li ser wê roja reş digirîm û dinalim. Min por bi serê xwe ve nehişt.

Ya rebî tu wê rojê bi me nede dîtin! 

Li hezn û şîna Koreyîyan temaşe bikin

http://www.youtube.com/watch?v=2kRFXmCFwk0

About The Author