Hacûc Kemal lotikek zêdeyî bejna xwe avêt

Belê, dewşîrmeyê Kurd gundî Kemal, yanî Kemal kiliçdaroglû, wê rahije keleşkofê û li dijî serxwebûna Kurdistanê şer bike.

Ecêb e, hema bêjin piranîya kesên ku li dijî serxwebûna Kurdistanê û li dijî azadîya Kurdan derdikevin, yan Kurdên çeqilmast in û yan jî dewşîrme û melez in, bîjî û dolheram in. Yek ji wan çeqilmastê ku eslê wî Kurdê Dêrsimê ye û li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikeve, serokê CHP Kemal Kiliçdaroglû ye.
gundi kemo Kopie
Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglû, di derbarê serxwebûna başûrê Kurdistanê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Kiliçdaroglû got: „Heke serxwebûna bakurê Iraqê (başûrê Kurdistanê) bandora parçekirinê li Tirkîyê bike, pêwist be emê rahijin çek û şer bikin“.

Kiliçdaroglu da lotikan û wek hinek çeqilmastên din got: „Çima emê parçe bibin? Emê bi hev re di nav jiyanek aştîyane de bijîn. Tirkîye têra me hemiyan dike qardaşim, parçekirina Tirkîyê ne hedê kesî ye“ filan û fîstan.

Wek tê zanîn, hinek çeqilmastên me jî li ser navê Kurdan Tirkîyetî û yekparîya sînorên Tirko diparêzin û li dijî Kurdistanek serbixwe derdikevin.

Êêêêêê, îcar ferqa wan û Kiliçdaroglû ma çi ka hûn nabêjin?

Herdu jî li heman dahol û zirneya Tirkîyê dixin.

Axir, welle û bille em ji vê lotika gundî Kemal tirsiyan ha!

Go Kiliçdaroglû rahije keleşkofê, ma wê wek DAÎŞ ê bike?

Na bi allahwekîl.

Bawer bikin wê mirîşk û elokên Kurdan jî bikuje.

Êêêêêê, kurmê darê ji darê ye keko…..

Dêrsim

About The Author