Daxuyaniya “Ciwanên Netewî yên Kurdistan“

Daxuyaniya çapêmenîyê

Kurd û Kurdistan, hebûn û rastiyeke li gor 100 sal berê di asteke gellek pêşdetir e. Tekoşîna bi salan berdewam kir, hiş û hestên netewî bi pratîkek berxwedanî bûye xwedî wesfek civakî. Êdî ne Kurdên parçeyekî Kurdistan, rastîya Kurd û Kurdistan li her çar parçeyên Kurdistanê derketiye pêş. Bi taybetî tekoşîna neteweyî û azadîya başûrê Kurdistanê, destkeftiyên neteweyî, demokratîk û statuya siyasî bidestxistine, li cîhanê balkişandiye û wek aktorekî siyasî li rojhilata navîn qebûl bûye.

xort-netew1Kurdistan ji alîyê dewletên dagirker û eniyên yekgirtî ve 100 sal beriya nuha hat qeyd û bend kirin û hat hefs kirin. Nuha jî parçeyekî Kurdistanê ji qeydên xwe rizgar dibe ev êdî rastîyek e. Di vî warî de helwesta başûr a wêrek, li gel armanca pêşxistina yekdengîya hêzên din yên siyasî, di qada siyasî ya herêmî û navneteweyî de Kurdistan kiriye hêzek sereke. Em wek Ciwanên Netewî yên Kurdistan vê helwesta Başûr wek ciyê serbilindiyê û şanaziyê dibînin. Ev alozîya ku niha li Iraqê rû daye, bûye sedema ku hikûmeta herêma Kurdistanê sînorên xwe yên rewa bi dest bixîne. Başûr bi vê siyaseta xwe ya aqilane lîstika dewletên dagirker û yên di derbarê hikûmeta Kurdistanê de hin hesab dikirin pûç kirin, parlementoya Kurdistanê ev derfeta bi biryara ragehandina mafê çarenûsa(self-determinasyon) Kurdistanê bi cih anî. Pêwîst e partî, rêxistin û grubên siyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê bername û modelên xwe yên siyasî li ber çav derbas bikin.

Em wek Ciwanên Netewî yên Kurdistanê balê dikşînin ser vê mijarê.

Armanca li ber çav derbaskirina vê modelê wê bibe sedema xurtkirina yekîtiya siyasî, pêşxistina giyanê neteweyî û çareserkirina astengiyan.

Tevgerên Kurdistanê pirr reng û pirr deng in û li ser vî esasî mafê wan yê xwe rêxistinkirinê heye û ev mafê wan yê rewa ye. Û ji bo helwest û dengê me bibin yek pêwîst e em bi yekgirtî û yekdengî tevbigerin; ne ku dijminahiya hev û rêxistinan bikin. Bêyi ku em van derfetan bi cih bînin em nikarin yekîtiya xwe ya siyasî û neteweyî pêk bînin û ne mumkun e em bikaribin dewleta xwe ava bikin. Rewşa siyasî (de facto û de jure) ya başûrê Kurdistanê wek xwe nema û pêşvetir çû. Em vê rewşê baş dibînin û girîngiyê didin guhertina wê ya erênî li ser fikir û ramanên me. Em spasiya xelkên başûrê Kurdistanê, rêvebiriyên wê yên wêrek dikin û helwesta wan ya di derbarê serxwebûna Kurdistanê de pîroz dibînin û silavên xwe yên germ ji wan re dişînin. Em wek Ciwanên Neteweyî yên Kurdistan diyar dikin ku bi her awayî piştgiriya vê pêvajoya dîrokî dikin.

Bijî Serxwebûn, Bijî Kurd û Bijî Kurdistan !”

Ciwanên Netewî yên Kurdistan

About The Author