Te Mûsilê kir tirr îcar dora Hewlêrê ye

Meseleyek bi Erebî heye dibêjin: bahde xerab al-Besra (ango piştî xerabûna Besra), ev mesele li ser çi hatiye gotin zor ne giring e, lê ya giring ew e piştî xerabûna Mûsilê yan piştî têkçûna Mûsilê. Îro serokê Ereboşkên Bexdayê, Nûrî Almalikî cardî bû kewte-kewta devê wî û çend lotikên wek tirrên ber felaqê berdan û li dora konê reş ê Erebî direya û cardî dest bi derewan dikir û digot: Em nahêlin Hewlêr bibe cihê Daiş û terorîstan, em nahêlin bibe cihê Sedamiyan û Baasiyan…!

De yadê, de yadê qûn reşo û enî beşo Mûsilê kir tirr îca dora Hewlêrê maye! Çima law ma Hewlêr milkê dê û bavê te ye! Ma Necef û Kerbela ye teres! Hey oxlim, ne doh bû leşker û serleşkerên te bi sedhezaran cilên jinan lixwe kirin û revî revî ji ber çend daşikan ji Mûsilê reviyan û heta bi Bexdayê li piş xwe jî nezîvirîn. Kuro ev bênamûs ne liberxwe dikeve, ne şerm dike, ne namûs heye û ne jî xîret, heta niha ewî bixwe ew kerûmer dişandin Sûriyê ji bo qûna Beşaro biparêze, lê nizanîbû ku wê qûna wî bimîne bela-bela û daiş lê qerase bikin û bêjin: Ya Mûhemed û ya ellah!

Iraq's Prime Minister Nuri al-Maliki waves to supporters during a political rally in KerbalaCarekê mirovek dîkekî wî hebû ku her xirrê wî radibû wê azan bida û ji vê mirîşkê derxista û di wê mirîşkê xista, ê vî dikê kumçiksor serê gundiyan gêjûmêj kiribû û xew û rehetiya wan têk dabû. Rabû gundiyan xwe tev kirin yek û çûn ba xwediyê dîk! Piştî rebenên gundiyan derd û kulên xwe ji xwediyê dîk re gotin, wî jî got wan: Ser ser û ser çavan, welleh divê ez niha rabim vî dikê ku hûn bi azanê aciz kirine serê wî jêkim û li ser mesefek savarê deynim ber we.

Zikê gundiyan ji goştê dîk û savarê bû pêpîk û bi kêf sipasiya xwe nîşan dan û di dilên xwe de digotin ku wê ew êdî bê xem razên. Adinî rojê gundî li çi binêrin û li çi bihisênin! Dîkek ji vir û yek ji wir, bi dehan dîkan dest bi azanê kirine û kirine kafir kerafî û di nava gund de dengê azanan lihev vedigere! Cardî gundiyan xwe kirin yek û çûn ba xwediyê dîk: Hey mal xerab te çi kir? Te dîkek şerjêkir lê tu çû te deh dîkên din xistin şûnê!

Xwedyê dîk li wan vegerand: Welleh yên malxerab hûn in law! Berê dîkên gundiyan ji tirsa dikê min newêrîbûn serên xwe rakin û azan bidin, lê gava ku min yê xwe ji we re serjêkir, êdî ew tirs nema û hemî dîk bi ceger bûn û dest bi azanê kirin.

Mesela me jî wek ya van kûçikbavên Erebên îraqî ne, berê ji tirsa Sedam re ma kê diwêrî bêje lam û cîm? Ku Sedam nema hemî bûn dîk! Îca sêwlekê wek Sedir, wek Malikî û yê din û yê din hemî bûn zilam û azan dan. Dibêjin çil salî teriya kûçik xistin qalib ji bo ku rast bikin, lê gava jê derxistin her wek xwe lêhat. Ereb jî ev zêdeyî hezar û çarsed sal teriya wan di qalib de ye lê hîn jî rast nebûye û melyonek û çarsedhezar salên din jî bimînin her rast nabe û nabin mirov. Îcar ya baş ew e ew li malên xwe û em li malên xwe û êdî me ev biratî navê.

 

dik Kopie

About The Author