Cîgerim xeletîya xwe û partîya xwe qebûl kir

  Serokwezîrê Tirkiyê sayin Kasimpa?alî Receb, di axavtina xwe ya dûdirêj de înkarkirina hebûna Kurdan bi tundî rexne kir û lotikek qirase avêt. Erdogan di axavtina xwe de got:„Cîgerlerim, dînime îmanime înkarkirin û wek tabû dîtina Kurd û gotina Kurdî ji zirarê zêdetir tu fayde nedaye Tirkiyê qarda?im“ û înkarkirina Kurd ji demokrasîya Tirkiyê re wek xeterek mezin dît.

erdogan

Erdogan herweha rexne li xwe û partîya xwe jî kir û got:“ Ez bi serê xwe û we kim, di pa?erojê (dema derbasbûyî ) de em jî ketin wê xeletîyê, me jî heman pelûl bi serê xwe dakire. Lê îro roj roja rûbirûbûn û qebûlkirina rastîyan e“ û xeletîya xwe û partîya xwe qebûl kir.

Serokwezîr Erdogan, di konferansa Dezgeha Lêkolînên Stratejîk a Navnetewî (USAK) de axavî û di derbarê pirsa Kurd de dîtinên xwe e?kere anîn zimên, înkarkirina pirsa Kurd wek zirar qebûl kir û got::”Gelo înkarkirina Kurd û gotina Kurd dawî li terorê anîye yan li vajayî wê teror xwedî kiriye? Înkarkirina hebûna kêmneteweyên li Tirkiyê tu fayde negihandiye demokrasîya me. Kesên ku serê xwe xistine nava qûmê û hebûna pirsgirêkan înkar kirine, bûne sedema kûrbûn û zêdebûna pirsgirêkan. Di dema buhurî de em jî ketin heman xeletîyê, lê niha dem dema dîtin û qebûlkirina rastîyê ye” filan û bêvan.

Erdo?an, di derbarê reform û avêtina gavên demokratîk de jî ji dîtinên xwe nehat xwarê û got ku bedelê wê çi dibe bila bibe, ewê reforman bidomînin û vê tirrê ji partîyên wek CHP û MHP re nehêlin.

De xwedê miradê serokwezîrê Tirkiyê bike û ahê wî ji CHP û MHP re nehêle rebbî….

04.02.2010- Stenbol

About The Author