Bikaranîna navê „KURDISTAN“ê erka ser milê her Kurdê welatperwer e. Kurd, Kurdî û Kurdistan. Ev her sê gotin pîroz û fîraz (miqeddes) in. Divê em Kurd di her rabûn û rûni?tina xwe de van her sê gotinan wek ayetên Tewrat, Incîl û Quranê ramîsin û deynin ser serê xwe.
Kongreya Civaka Demokratîk, li bajarê Wan ê pankarta „Bijî Kurdistana xweser û Tirkiyeya Demokratîk“ vekir û lotikek pîroz avêt. Çima pîroz e? Ji ber ku navê Kurdistanê anîye zimên û daye bin dûvê Tirk û dewleta Tirko.
Helbet serê me bi „Tirkiyeya Demokratîk“ naê?e. Tirk û Tirkiye dibin „demokrat û demokratîk“ yan nabin ji vî ve, lê divê Kurdistana xweser xewn û xeyala her Kurdî be û her Kurd Kurdistana xweser ji xwe re bike armanc.
Axir, ez jî dibêjim „Bijî Kurdistana Xweser“ kaka. Bela „Tirkiyeya Demokratîk“ ji Tirkan re be û bela Kurdistana me jî ji me Kurdan re be û hûn sax..
Herkes li ser miriyê xwe digirî gelî xwendevanan.
Wan