Fênika me li çirra hemiyan xist

Duyemîn pêşbirka şahciwanîya başûrê Kurdistanê çêbû. Wey li ser xêrê be rebbî û aqûbet li bakur, rojava û rojhilat be.

Pêşbirka ku li Hewlêrê çêbû û tê de dê weledê xwe avêt, bi coşek mezin derbas bû. 12 keçên germik û nermik ên ku mabûn fînalê, derketin pêşberî jûrîyê, xwe virde wêde li ba kirin û hejandin, huner û marîfetên xwe pêşkêş kirin û maçek ji jûrîyê re şandin.

fenik

Di encama pêşbirkê de xanima bi navê Fênik Muhammed Abdulkerim bû yekemîn û taca şahciwanîya başûrê Kurdistanê da serê xwe.

Fênik Muhammed Abdulkerim, ku xanimek 25 salî û germik û nermik e, li çirra 12 keçên din xist, taca şahciwanîyê da serê xwe û bû şahciwana kakacanan, ango ya başûrê Kurdistanekanim.

Di pêşbirkê de Danîa Enver bû duyemîn û Çavan Muhammed jî di rêza sêyemîn de cîh girt.

Werhasilî kelam, hinek dibên „Fênika me tê xwarin“ û hinek dibên “ Na welle nayê xwarin lê ji tunebûnê çêtire“ îro şahciwana başûrê Kurdistanê ye.

Xwedê temenê wê dirêj bike û aqûbet li serê keç û jinên bakur, rojava û rojhilatê Kurdistanê be rebbî.

Bi xêr û selamet piştî vebûna pakêta Erdogan û demokratîkkirina Kemalîst Tirko Cimhûrîyetî, emê xaltîka xwe Sebahat Tuncel, Emîne Ayna, Aysel Tugluk û Ayşe Gokkan abla li ser navê Kurdên bakur têxin pêşbirka şahciwanîyê û xelas. Çima ma keç û jinên me wek afretekanî başûr bedew nayên babam?

Ê de xwedê kerîm û rehîm e kaka…

Hewlêr

About The Author