Ez Bikutim Vê Civakê!

Şokk! Şokk!

Û Flaşş Milaşş!

Ev sê roj in wek tiralekî beradayî li ber televizyonê mexel dibim û li bernameya Seda Sayanê dinêrim.

Ji qewla Seadetê, pîrekeke sergirtî binfilitî li hundirê çavê nizanim çend milyon însan dinêre û ne eyb-ne fedî geh dibêje keça min dola filankes e, geh dibêje dola bêvankes e.

Û doktorek ketiye xizmeta wê, navê kîjan mêrî bi lêv dike, Sedayê zilamê xwe dişîne ber deriyê wî, bi qirika wî digire tîne studyoyê û ji bo DNAya wî doktor nimûneyan jê digire.

Baş e ku ez ne cîranê wê me, bi telaq çûbû ji min de jî.

Axir,

 îro dîsa tiral tiral bi awayekî beradayî li ber ekranê veketîme, dîsa şerê wan dest pê kir.

 Pîreka sergirtî binfilitî li kêleka Sedayê şipiya sekiniye, li ser xeta telefonê jî mêrê wê hazir e.

 Seda wek darika fesadiyê pîrekê li mêrik sor dike.

Mêrik dibêje, „Keçê, ji pêxîla min bikeve, ez te naxwazim. Jixwe DNA jî kifş bû ku keçik ne dola min e. Te ji kê çêkiriye, biceheme here bi pêxîla wî bigire.“

Pîrek xwe dîno mîno dike dibêje, „Erê, erê! Ma qey sûcê te hîç tune ye? Ma ne hemû ji bin serê te derket. Wê rojê te li min xist, te çav mav li min reş û şîn kir; te ez qewirandim ji malê. Û tu zanî ez çûm kîderê. De ka bibêje, bibêje bê ez wê şevê li kîderê mam. Seda xanim ji kerema xwe re jê bipirse ew baş zane…“

Seda ji mêrik re dibêje, „Îbrahîm, te ew şand kîderê?“

Mêrik dibêje, „Heyran, hûn çima ji min dipirsin, ha wa ye li cem we ye û ji wê bipirsin. Hela hela!“

Seda dîsa difitile ser pîrekê, ji pîrekê dipirse.

Pîrek dibêje, „Erê, erê! Te wê rojê li min xist, çav mav li min reş û şîn kir û avêt ber derî, ez jî rabûm çûm mala Bayramê mastfiroş. Êvarî jina wî şorbe da min min şorba xwe xwar, dû re Bayram çû ji min re çay anî. Min çawa çaya xwe vexwar, roja din ez bi xwe hisiyam ku nîvtazî me.“

Li studyoyê her kes şaş û ecêbmayî li hev dinêrin.

Parêzerê studyoyê dibêje, „Yanî tu dixwazî bibêji, Bayramê mastfiroş dest avêt namûsa min ez lewitandim?“

Pîrek devê xwe dibe tîne, dibêje, „Erê, tiştekî wer kir.“

Seda zilamê xwe dişîne pêy Bayramê mastfiroş û bi lez û bez wî tîne studyoyê.

Seda li pîrekê dinêre dibêje, „Bayramê mastfiroş derman xist nav çaya te û piştî tu ji ser hişê xwe ve çûyî dest avêt te namûsa te lewitand, ne wer?“

Pîrek dibêje, „Erê, eynê wer kir.“

Mêrik xwe li zincîrê dixe dibêje, „Haho ev kûçikbav derewan dike Seda xanim. Min tu derman merman nexistiye nav çaya wê. Ez mêrikekî alemcî bûm û min araq vedixwar. Ev kûçikbav jî her tim dihat cem min û têkiliya me jixwe hebû. Tiştekî bi zorê tune. Min vedixwar serxweş diketim, ew jî dixwiriya dixwest, dihat diket himbeza min û me bi dilê xwe ji xwe re diniyha hev.“

Seda bang doktorê xwe dike dibêje, „Ka were nimûneyan ji Bayram jî bigire bê DNA çi dibêje?”

Xuya ye, pîreka me ji xêndî mêrê xwe û Bayramê mastfiroş gelek doxînsistên din jî bera ser xwe da ye. Û li Tirkiyeya olperest, di nava hefteyê de her roj zarok marok, jin min û pîr û kal li ber vê bernameyê terbiye û perwerde dibin.

De ka bibêjin gelî ciwanik û ciwamêran, em bi van dêqahpan re bibin bira çi yê têkeve kîsê me em nebin bira çi yê têkevê?

About The Author