Lêborîn û mixatab

Piştî lêborînxwestina Teyo ji Rûsyayê û pêwendî û peymana nuh bi Israîlê re xuya dike bi „kurd“an re jî dîsa pêvajoya çareserî-xwelîseriyê di rê de ye.
Lê divê kurd vê carê şaş nebin.
devliken
Raste rast bila muhatabê wan Teyo be û li ser navê wan jî Meheme Ocalan bi Teyo re bide-bistîne. Anku muhatabê Teyo divê Meheme be.
Ji ber ku tenê Meheme kare ji heq Teyo were.

Meheme ne dişibe kekê xwe Evdila, ne jî dişibe Selo; xweser e û wê bi terz û stratejiya xwe yî ecêb Teyo bike xwelîser. Tiştên Teyo texmîn nake wê ji Teyo bixwaze.

Bawer bikin heger kêfa Meheme li cîh be û çend qutîk bîra vexwaribin (Tuborg-Ekstra) îhtimal e li ser maseya çareseriyê doza muxtariya Urfayê jî li Teyo bike. Heger baş vexwaribe kare nigê xwe piçekî din rade û belediye başqantiya Urfayê jî jê bixwaze.

Wek min go, ji heqê dînsizekî îmansizek tê!

De ya bi xêr…

About The Author