Nêçîrvan Nebe Nêçîr

Ez çiqasî dibêjim ez ê bêvila xwe naxim nav qirêjiya siyasetê, lê mixabin, nikarim bi xwe û heysiyeta mirov a însanî li hember bêheysiyetiya mirovan serî radike.

devliken

Birêz Nêçîrvan Barzanî ji bo dagirkeriya dewleta tirk û zulma li perçeyê bakurê Kurdistanê dibe, gotiye, „Ew meseleya navxweyî ya dewleta tirk e“

Em zanin bi tirkan re têkiliyên we yên siyasî, politîk û tucarî hene, loma jî pir tiştên ku kurd ji we hêvî dikin, hûn nikarin bikin û jixwe em çend xwelîser jî wê hêviyê ji we nakin. Lê qe nebe, hey hûn dilê kurdan xweş nakin, karibin bi zimanê xwe, bi wê şaşnêrîna xwe dilê kurdan reş jî nekin.

Li gorî fikir û nêrîna te û çend kesên wek te, Kurdistan tenê ji başûr pêk were jî, tev perçekê te, Kurdistan çar perçe ye û di nava çar dagirkerên ku tu bi wan re hevalbend-mutefîq î de perçe perçe ye.

Tu bi ereban re…

Tu bi farisan re…

Tu bi tirkan re çi kar û bazirganî û tucariyê dikî bike, lê li ser perçeyên din ên ku tu wan ji xwe nahesibînî, daxuyanî maxuyaniyên beradayî nede û xwe nehetikîne.

Tu diçî Bexdê jî…

Tu diçî Tehranê jî…

Tu diçî Enqerê jî, biçe, lê te çi kirî-te çi firot, ji xwe re bihêle, belav neke.

Em zanin qûna te ne qûna betê ye, qe nebe ji bo kirina hêka betê tahdê li dereke xwe neke.

About The Author