Ev tir ji wî re jî nema

Fernando Perez

Serokê berê yê Kubayê, hevalê tekoşînê yê Che Guevara û serokê şoreşa Kubayê Fîdel Castro, di 90 salîya xwe de virikî bû û ji ber virika malkambax koça dawîyê kir û berê xwe da axreta şoreşger.

Fîdoyê ku rîha wî wek pirça qûna min tevlihev bû, di jiyana xwe de tucarî dostanîya Kurdan nekir û her û her dostanî bi dijminên Kurdan re danî, dostê dagîrkerên Kurdistanê bû.

Fîdel Castro, ne haya wî ji bindestîya Kurdan hebû û ne jî ji dagîrkirina Kurdistanê hebû. Helbet zanîbû, lê oxlim ji bo berjewendîyên xwe û welatê xwe Kurd û Kurdistan bincil kirin û têra xwe qûna Saddam, Esed, Ahmedînecad û Demîrel alast.

Lê çi xwelîserî û malkambaxî ye ku hinek Kurdên xwelîser jî qûna Fîdo dalastin û bi navê sosyalîzm û komunîzmê ew dikirin pêxember. Ne demên berê, tew îro jî hinek Kurdên çeqilmast û xwelîser Fîdel Castro wek şoreşgerekî mezin dibînin û cîhên ku bi xwîna keç û xortên Kurdan tên avdan, jê re dikin diyarî.

Werhasilî kelam, ev tir û ev dinya ji Fîdo re jî nema wesselam..

Oxira wî ne ya xêrê be rebbî…

Kuba

fido-saddam

About The Author