Bav çi gû be, kur ew rîx e

M.Cemîlê Mûşî

Bav û kalên me dibêjin: „Gîha li ser koka xwe şîn tê“.

Xuyaye ev jî mesela me û hinek zinêkarên dewleta Tirko ye.

Vê dawîyê wekîlên hikûmeta AKP xwestin zagonekê derxin û zarokên ku hatine tevawizkirin, bi tecawizkarên wan re bizewicînin. Heke yekî 70 salî destdirêjî û tecawizî keçikek 13 salî kiribe, li gor wan, gerek ewê 70 salî bi keçika 13 salî re bizewice.

Hey min di we û zagonên we kirino, ma edaleta îslamê û misilmantîya we ev e oxlim?

Û çand û adeta vê zinêkarî û tecawiza wan ji ku tê?

Helbet ji mezinên wan, ji bav û bapîrên wan tê.

De ji xwe re binerin..

Padîşahê 31. ê dewleta Osmanî û xelîfeyê 110. Abdulmecîd ê yekem di 17 salîya xwe de bû siltanê dewleta Osmanî. 25 jinên wî hebûn û ji wan jinan 43 zarokên wî çêbûn.

Lê ya balkêş û kesanedî çi bû?

Abdulmecîd di nava 22 salan de tecawizî 330 keçên ku temenê wan di bin 10 salan re bû kiriye. Yanî, tecawizî 330 keçên zaro kiriye. Piştî ku du (2) keçên zaro di dema tecawizkirinê de dimirin, dêqehpê Abdulmecîd biryar dide ku tecawizî keçên zaro neke û ji bo tecawzkirinê divê temenê keçan 16 salî be. Yanî temenê tecawizkirinê derxist 16an.

Kes nizane bê ji wan keçên tecawizkirî çend zarokên wî çêbûne û avêtine kuçe û kolanan.

Navê dêya Abdulmecîd Suzî be, bi xwe Cihûyek Rûs bû. Zinêkarê mezin Abdulmecîd, di 39 salîya xwe de bi nexweşîyê mir û berê xwe da cehnemê.

Balkêş e, serok û rêvebirên dewleta Tirko ji nav temamê padîşah û siltanên dewleta Osmanî, bi taybet ji Abdulmecîd hez dikin.

Gelo hûn dibê çima?

Ji ber ku tecawizkarî û zinêkarî ji wî hîn bûne û peşkên wî li dawa wan ketiye.

Êêêêêêê, bav û kalên me belasebeb negotine:

„Bav çi gû be, kur ew rîx e“ qurban!

 

Çavkanî:

Pirtûka Süleyman Kani İrtem, Osmanlı Sarayı ve Haremin İçyüzü  (1875 Selanik – 1945 İstanbul)

About The Author