P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
DÊYA TE ÇAWAYE?
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Bera du şeytanên me jî di nav şeytanên xelkê de bin!
R. Kal
TIRREK Û FISEK
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

PÎVANA XAYÎNTÎYÊ ÇI YE ?


Rêwîyê Kal

Xortekî me ji leşkerîyê nû hatibû, bi heval û hogirên xwe re yarenî dikir.

Bavê wî mirovekî pir serhişk bû. Hat ba wan, li cem hevalê wî sîlek avêtê û jê re got “ Tu çi wek anotîya digerî ? Çima naçî zevîyê naxebitî ?

Ev sîle pir li zora xortê me çû, qehirî, xortê me fikirî ku biçe bigihê gerîla û biçe serê çîyê.

      Tarî kete erdê, xortê me berê xwe da çîyê û çû gihîşte gerîla. Ji wir ew şandin kampa Bekaayê. Çendekî li wir telîm û perwerdebûna gerîla dît.

Dît ku ev ne karê wî ye, poşmam bû. Rojekê ji fermandarê gerîla re got “ Heval, ez ji qehra bavê xwe xeyîdim û hatim tev li we bûm, ne bi dilê min e. Ku destûra we hebe ezê vegerim mala xwe.

Fermandar got “ Ez daxwaza te ji komîta berpirsîyar re bêjim hela çi biryarê didin.

Çend roj derbas bû, fermandar gazî xortê me kir jê re got “ Tu ji bo çûyînê israr (heter) dikî, tu zanî tu niha dibî çi?”  

Xortê me got “ Ezbenî ez bûme çi ? Bi rastî nizanim.

 Fermandar  bersivand “ Tu niha bûyî xayîn û cezayê xayîntîyê jî kuştin e. Dixwazî vegere biçe mala xwe “ werhasil.

     Xortê me, hindî girîya perîşan bû, çav lê werimîn. Hevalekî wî jê pirs kir : “ Heval çi bû, tu çima digirî ? “ 

Xort got “ Çawa negirîm, ji bo sîleyek  bavê xwe revîm hatim, li vir jî bûm xayîn heval “ wesselam.

    Ez niha şaş û metel mame, pîvana “xayîntîyê “çî ye? Kê dipîve, çi dipîve? Bi çi dipîve?  Kê ev raye daye kê ? Kî sînorê wê kifş dike? Li gorî çi tê nirxandin? Kî bi kî re xayîn e? Kî ji kî re xayîn e ? Ê de ka were ji nav derkeve  yabo!

Ev nivîs 999 carî hatiye xwendin


Comments are closed.