Jan 28, 2012

    VATINÎYÊN MÎNERAL Û VÎTAMÎNAN

                                     XWENDEVANÊN HÊJA !

    Me di Lotikxanê de di beşê „ Bavê Jîndar“ de li ser faydeyên xebitandin û kêrhatîyên riwakan/nebatan agahîyên berketî radigehandin we. (Û ew ê her  bidomin.) Lê niha jî em dixwazin di (DERMANXANA XWERISTÊ ) de  li ser cûreyên, vîtamîn, mîneral, proteîn, karbonhidratan û vatinîyên wan, di kîjan xidayan de çiqas hene û dema di bedenê de kêm an jî zêde bin, dibin sedemê kîjan arêşeyan we agahdar bîkîn.

    Madeyên ku xidayan pêktînin û ji bo jiyana mirovan hewceye  dibin şeş beş. 1 Cureyên vîtamîn 2-Mîneral 3-  Karbonhîdrat 4-protein 5- rûn û 6- av.    

          

    Vîtamîn û mîneral di bedenê de dibin alîkarê şixulandina proteîn, rûn û karbonhîdratan.

    Bi awayekî dibin madeyên navgîn û taybetîya wan ya piştgirî û paraztinê heye. Tenduristîya bedenê pêk tînin.  Vîtamîn û mîneral pirtirîn di nav fêqî û dikakan / zerzewatan de peyda dibin û ji alîyê pisporan de standina wan ya suriştî / xwezayî/ tê amoj (tavsîye) kirin.

    CÛREYÊN MÎNERALAN

    Sifir/Paxir (Cu) 

    Sifir yek ji wan mîneralane ku ji bo nûbûna tevn û vitamîn C di kezebê de depo dibe. Faydegirtinê hesin pêk tîne. Sifir taybet ji bo rîşî/ reh/ damaran gelek giring e. Heke di bedenê de kêm bibe, dibe sedemê nexweşî û qirîzên dil, bêxwînî, nexweşîyên cild.  Sifir bedenê ji hemû cureyên nexweşîyan diparêze.

    Madarê sifir di 1oo gramên  hinek cûreyên xidayand de weha ye.

    Di mêlaka çêlekan de 3,5 milîgram, di çîmê genim de 1,30 mîlîgram, di gûzê de 1,oo milîgram, di lobîyên (fasûlîyên) hişk de o,90 mîlîgram, di qeysîyên hişkkirî de o,62 mîlîgram, di nîskê de o,50 mîlîgram, di lîmonê de 0,40 mîlîgram, di bindeqê de 0,90 mîlîgram, di behîvê de 1,oo mîlîgram, di sibitê /tere de 0,56 mîlîgram e.

    Bîzmut (Bî)

     Mîneralek taybet ji bo arêşeyên anjîn, alûgûhîşk /alok / bademcik, larejît, farenjît yên qirikê bi fayde ye.

     Ev mîneral ji bo nexweşîyên şewbê û sermagirtinan tev li dermanên dilopîn dibe û  hêza wan ya zûtir başkirinê pêk tîne.

    Bor (B)

    Bêxwewîyê  ji holê radike û di bedenê de dengeya fosforê pêk tîne. Hewcedarîya bedenê rojane bi qasî 20 mîlîgraman e.

    Brom (Br)

    Taybetîya bromê jî wek ya borê ye, bandora wê ya rakirina bêxwewîyê heye. Ev mîneral rista/ sîstema sînîran aram dike. Brom bi qasê ku bedena me hewceye di tûerd / tûfirengî, bacanên sor/firengî, sêv, gêzer, tirî, gundor/petîx, qeysî /mişmiş, kerefis/ kerevîz, pirese, sîr, pîvaz û di tivir de peyda dibe.

    Çînko (Zn)

     Ji bo bedenê mîneralek gelek giring e. Di pêşdeçûn û xwenûkirina bedenê de rolek mezin dileyîze û di her şanik/hucre/malzar a me de çînko peyda dibe. Li hember nexweşîyan berxwedana bedenê zêde dike û faydeyê ji bo dil, mejî û sîstema hilberandinê/ bizir zayandin / pêk tîne. Heke çînko di bedenê de kêm bibe, dibe sedemê weşîna por, pirsgirêkên çerm, nexweşîya sedef, di çavan de peydabûna katarakan û ji holêrabûna sehkirin û hiskirina çêjn û bêhn ê. Herweha dibe sedema zûtir mezinbûna prostat ê (bi taybet li cem zilaman pêşdeçûna hêlikan/gunikan paş dikeve).

    Madarê çînkoyê di 100 gr hinek xidayan de weha ye:

    Di kepeka hûr de 10,3 milîgram, di lobîyên /fasulî hişk de 5,5 mg, di zerika hêkê de 4,0 mg, di goştê nogon û conegayan de 3,5 mg, di çîmê genim de 2,0 mg, di kelemê de 1,5 mg,  di nîskê de 6,0 mg, di nanê kapek de 5,o mg, di mêlakê /kezeb/cergê reş de 3,9 mg, di kakila gûzê de 2,o mg, di bindeqê de 1,5 mg.

    Hesin (Fe)

    Hesin dibe alîkarê gewrebûnê û pêşî lêgirtina nexweşîyan. Xebitandina vîtamîn B hêsan dike. Taybet ji bo jinan mîneralek zêde pêwist e. Dema jin dikevin kincan û zêde xwînê winda dikin, kêmasîya xwînê sererast dike. Li hember qebizbûnê, kêmasîyên bêhndan û standinê û ji holê rakirina betilînan/westîyanan pir bi fayde ye. Di bedenê de kêmbûna hesin dikare bibe sedemê penceşêhran. Kirm/kurm/parazît ên rûvikan, xidayên bi tanen, kul û brînên aşikê/mexde hesinê di nava xidayan de kêm dikin. Di xweristê de madarê hesin yê herî zêde di kewza Şprîluana de heye.

    Di 100 gramên hinek xidayên din de madarê hesin weha ye:

    Di mêlaka/ kezeba çêlekan de 12 mîlîgram,  di kapeka hûr de 10 mg, di nîskê de 4 mg, di mewrûjan (mewîj) de 3 mg, di behîvan de 4 mg, di bexdenozê de 10 mg,  di nok/ nehkê de 7 mg, di lobî/fasulîyên hişk de 7 mg,  di sîyele/spanax ê de 4 mg, di xixik/ alûçe/ hûlûkên xişkkirî de 3 mg e.

    Ev agahdarî ji pirtûka Prof. Dr. Ahmet Marankî ya (Di ronahîya ilmê kozmîk de nebatên şifadar) hatine wergêrandin

    • facebook
    • googleplus
    • twitter
    • linkedin
    • linkedin
    Previous «
    Next »
    %d Bloggern gefällt das: