Pêkenoka Muxtarê Keran
Devliken Kelogirî
Camêrekî ji muxtarê keran pirsî: “Hûn ker herî pir ji çi ditirsinÅŸ”
Muxtarê Keran: “Ji Tirkan.”
Camêr: “Çima?”
Muxtarê Keran: “Dixwazin me jî asîmîle bikin.”
Camêr: “Çawa?”
Muxtarê Keran: “Ji me re dibêjin heke hinekan ji we re got hûn çi ne, hûn ê bibêjin em kûçik in, an na em ê we bixesînin!”
Camêr: “Wê çaxê ji niha şûn de hûn ê bireyên.”
Muxtarê Keran: “Na. Min ji wan re got, hûn a rast bixwazin ji me ji kûçikan ê nêzîkî we em in. Ya din jî di zimanê Tirkî de nabe peyvek bi tîpa “h”yê dest pê bike, ev qeydeyek rêzimanî ye û dema kûçik direyên, dibêjin “Hawhaw! Hawhaw!…” Lewma jî hûn bi ya min dikin ji xwe em û hûn wek hev in û em birayên hev in. Herin kûçikan asîmîle bikin…”
Camêr: “Encam?”
Muxtarê Keran: “Me li hev kir. Wê dest me nedin, lê bila di navbera me de be, wê gû ji kûçikan bikşînin heta wan fêrî zirezirê bikin.”
